Li Şirnex, Wan û Bedlîsê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya gerîlayên YJA Starê de ku li Şirnexê pêk anîn, 2 leşker ku yek jê payebilind e, li Wanê jî leşkerek hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 2 gerîlayên ku li Êlihê ji ber îxbarê hatine qetilkirin jî eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahiyan cih girtin:

LI QILEBANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

28’ê Tebaxê saet 14.00’an û 18.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîdan a girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê bi cih kiribûn, çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de, 2 leşker hatin kuştin ku yek jê payebilind e.

LI WANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

30’ê Tebaxê saet 18.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Karahîsar a girêdayî navçeya Mehmûdî ya Wanê çalaiya sûîqestê li dar xistin û di encam de leşkerek kuştin.

LI BEDLÎSÊ RÊ HATE KONTROLKIRIN

30’ê Tebaxê saet 16.30’an gerîlayên me rêya Bedlîs-Xîzanê xistine bin kontrolê. Nêzî 50 wesayît hatine komkirin, nasname hatin kontrolkirin û têkîldarî tecrîda li ser Rêber Apo jî civîna agahdarkirinê hatiye lidarxistin. Ev rê heta saet 19.00’an di bin venêrîna hêzên me de maye.

Rêya Bedlîs- Hewêl di bin kontrola hêzên me de ye.

LI ÊLIHÊ 2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

24’ê Tebaxê saet 09.30’an  ji ber hin kontrayên li herêma Sason a Êlihê li ser yekîneyek gerîlayên me yên li herêmê li ser wezîfeyê bûne dane, dijminê sewqî herêmê hatin kirin bi çekên giran êrîş kirine û 2 gerîlayên me şehîd ketine, gerîlayekî me jî dîl ketiye destê yekîneyên dewletê. Li vi herêmê bomberdûmana balafirên şer çêbûye.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

 Nasnav: Çayan Can

Nav û Paşnav: Demhat Firat Bellîer

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Gulnaz - Kesko

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2016’an / Êlih

***

Nasnav: Mazlûm Dogan

Nav û Paşnav: Bariş Kaçar

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik û Bav: Perîhan - Rahmî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2016’an / Êlih”

...