Hêzên Ceyş El-Siwar, Cebhet El-Ekrad, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Tugaya El-Şemal El-Demokratî, encamên şerên ku li herêma Şehbayê di navbera wan û çeteyan de qewimîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hat diyar kirin ku di 30’ê Tebaxê de Saet di 02.00’an de hêzên wan ji çar aliyan ve xwe berdan nava gundê Um El-Hoş ku çete tê de bûn û li nava gund belav bûn. Piştî ku hêzên wan di nava gund de belav bûn, di navbera wan û çeteyan de şerê dijwar pêk hatin. Şerê ku destpê kir heta êvara Sêşemê dom kir. Di encamê de hêzên me yên şoreşger gundên Um El-Hoş û Um El-Qura ji çeteyan rizgar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 31’ê Tebaxê hêzên me yên Meclîsa Leşkerî ya Babê, Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jin a Şehbayê, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqrtî, Lîwa 99, Lîwa El-Selacîqe, Lîwaa Peywirên Taybet, Mexawîr Humis, Mexawîr Seîfra, Lîwaa El-Hemza, Hêzên Eşîreyên Gundewarê Helebê, Hêzên Cebhet El-Ekrad, Tabûrên Şoreşgerên Arfad û Azadxwazên Keyîbê di ser nuqteyên DAIŞ’ê yên li gundê Herbil de girtin. Çete ji sê aliyan ve hatin dorpêçkirin. Şoreşgerên me ji du aliyan ve derbasî gund bûn û şer derket. Di dawiya şer de gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin.
Di şerê li gundê Herbilê de sê şervanên şoreşger û 4 jî li gundê Um Hoş û Um El-Qura şehîd bûn.”
XEBATÊN LÊGERÎNÊ HATINE DESTPÊKIRIN
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li van hersê gundên rizgarkirî xebatên lêgerîn û rakirina mayînan tên meşandin. Di her du rojên derbasbûyî de çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin.
SERÇETEYEK Û 34 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniya hevpar de wiha gotin: “Cenazeyên 34 çeteyan li van gundan ketin destê şervanên me û bi dehan çete jî birîndar bûn. Her wiha Berdevkê Fermî yên DAIŞ’ê ku bi navê Ebû Mihemed El-Ednanî li gundê Herbilê hate kuştin.”
ÇEK Û CEBILXANEYÊN KU HATINE DESTESERKIRIN
Çekên keleş, çekeke BKC, çekeke RBG, hawaneke 120 mm a Rûs û rokete wê, Bernoyek, 3 hawanên 160 mm tevê roketên wê, 4 roketên katyoşa, hejmareke mayîn, hejmareke çekên keleş, çekek a sekvaniyê û gelek kelûpelên din.