Ciwanên Kirmaşanê ji bo Ocalan daketin kolanan

Ciwanên Kirmaşanê yê Rojhilatê Kuerdistanê bi belavok û daliqandina afîşan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat ji bo Rêberê xwe her li qadan e.

Ciwanên Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi heman armancê daketin kolanan û bi belavkirina belavokan û daliqandina afîşan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan.

Ciwanan ji gelê Rojhilatê Kurdistanê xwest, ku dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî tecrîdê bîne û nerazîbûna xwe nîşan bide.

Ciwanan her wiha ragihandin, ku ew ê di rojên pêş de çalakiyên xwe yên di vî warî de berfireh bikin.

...