YPG: Artêşa Tirk li Girê Spî 2 hemwelatiyên me şehîd xist
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û got li Girê Spî 2 hemwelatiyên Federasyonê qetil kirine.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û got li Girê Spî 2 hemwelatiyên Federasyonê qetil kirine.
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û da xuyakirin ku arteşa Tirk 31’ê Tebaxê saet 19.00’an bi çekên giran êrîş bir li ser hemwelatiyên Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê yê li nêzî gundê Fiwêlan a giredayî Girê Spî û wiha dewam kir, “Di encama êrîşê de 2 hemwelatiyên me hatin şehîdkirin. Leşkerên arteşa Tirk ji bo kes neçe cihê bûyerê demek direj herêm û çeperên hêzên me yên li nêzî vir gulêbaran kirin. Piştî gulebaranê, hêzên me jî bersiv dan leşkerên Tirk.”
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI HER DU KANTONÊN DIN JÎ DEWAM DIKE
Navenda Ragihandina YPG’ê bi berdewamî ev agahî parve kirin:
“Arteşa Tirk heman şevê bi topên cur bi cur û çekên giran êrîş birin li ser gundê Çeqla yê giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê.
Şeva 31’ê Tebaxê komek çeteyên ku tevî arteşa Tirk Cerablûs dagirkirin hewl dan ji milê Cerablûsa Jêrîn çemê Firatê derbas bikin û êrîşî çeperên hêzên me yên başûrrojavayê Kobanê bikin. Piştî destwerdana hêzên me çete neçar man ji qadê birevin.”