Hemû pêkhateyên siyaseta Kurd ku li Amedê kom bûn, starta serdemek nû dan. Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle deklerasyona hevpar xwend û got "Roj roja çalakiyan e". Dîcle, çalakiya greva birçîbûnê ku bi 50 hilbijêran wê di 5'ê Îlonê de bi awayekî bê dem û dorveger dest pê dike.
Deklerasyona dîrokê ku bi rojan e li Amedê amadekariya wê tê kirin, hat hişkerekirin. Deklerasyon, li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) bi raya giştî re hat parvekirin. Hemû hevserokên KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê, nûner, rêveber, bijartiyên Kurd, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan endamên Melîsa Giştî ya Bajar nûnerên saziyên civakî û rêber û rûsipiyên civakê amade bûn. Li ser navê gel û bijarteyên Kurd Hevserokê KCD'ê Hatîp Dicle metnê deklerasyonê xwend. Naveroka bingehîn a deklarasyonê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, ku 510 roj in agahî jê nayê girtin. Deklerasyona ku pê biryara serdemek nû hat dayîn û biryara gireva birçîbûnê ya bêdem hat dayîn wiha ye:
Cemaweriya bi qimet, hevalên qedirbilind û beşdarên rêzdar
Em nûnerên gel ên ku hatine hilbijartin, rêber û rûsipî, nûnerên saziyên civakî, ji bo ku em peyama pir girîng bi we re û bi rêya we bi hikûmetê re parve bikin em li vir in.
Birêz Ocalan nêzî 18 salan e bi tena serê xwe di hucreyek pir biçuk a li Girava Îmraliyê de di bin tecridê de tê girtin. Tam 510 roj in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha 46 roj derbas bûn. Di ve pêvajoyê de darbekar li dijî Îmraliyê ketin nava hewldanên fîîlî. Li gel ku ev hewldana darbekaran hat aşkerekirin jî disa der barê Birêz Ocalan de me ti agahiya şênber bi dest nexist.
Gelê me yê bi qîmet;
Bê guman pirsgirêka herî girîng ya welat pirsgirêka Kurd e. Hêzên serdest, sed sal berê di 1'emîn Şerê Cihanê de bêyî vîna gelên vê heremê esas bê girtin axa Mezopotamya û Rojhilata Navîn di nava xwe de li hev parvekirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên herêmî derketin. Pirsgirêka Kurd jî yek ji van pirsgirêkê ku axa wan bêyî vîna wan hatiye parvekirin e. Mixabin ev sed sal in Dewleta Komara Tirkiyeyê li şûna pirsgirêkê bi rêya aştiyê çareser bike, bi polîtikayen înkar û îmhayê tev digere. Ji ber vê yekê gelek xwîn hat rijandin. Gelek kes hatin kuştin. Di sedsala 21'an de jî ev pirsgirêk bi heman ferasetê didome. Dewletê, sed sal in, înkar kir u ji Kurdan re tenê rêya serhildan û berxwedanê hat hiştin. Gelê ku serî rakir jî bi komkujiyê tepisand û tecrîd kirin. Encama vê polîtîkayê bû sedena rijandina xwîna Kurd û Tirkan. Em li dijî rijandina xwînê û kuştinê têdikoşin. Li aliyê din hêzên ku li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî û global tev digerin, bêtir şerê li Rojhilata navîn û herêmê kûr dikin. Pirsgirêka Kurd her dem di nava serhildan û berxwedanê de maye. Ji ber berjewendiyên hezên serdest her dem gelê Kurd û Tirk zerar ditiye.
Gelê me yê bi rûmet;
Rêberê Gelê Kurd û mirovê siyaseta demokratîk Birêz Ocalan, ji bo vê çerxa kor bişkîne, vê kemîna xwînê xera bike û aştiyek bi rûmet pêş bixe, di Newroza 2013'an de bi wêrekî tev geriya û înîsiyatifek gelek xurt girt ser milê xwe,
Belê Birêz Ocalan got: "Êdî ji vê rêveçûnê re dem hatiye û derbas bûye" û banga bêdengkirina çekan û pêvojoya gotin û siyaseta demokratîk kir. Dewlet û hikûmetê jî, ji bo şensekê bide aştiyê gavek avêt. Bi vê pêvajoyê re hêviyek mezin û bendewariyek xurt derket holê. Pi vê pêvajoyê re xwîn rawestiya û çek bêdeng bûn. Kuştin bi dawî bûn. Êşa dilê bi kuştina leşker, polîs, cerdevan, gerilla û zarokan her roj xwîn dibû, aşt bû. Êdî hêvî û kêfa ku ji şerê sed sal in didome derkevin zêde bû. Lê mixabin piştî di dawiya sala 2014'an hevîya aştiyê lawaz bû û piştî 2015'an li şûna aştiyê şerekî giran dest pê kir.
Birayên bi qimet ji bo ev îhtimala aştiyê pêş bikeve pêdivî bi diyalogek xurt heye. Kesê ku bi rêya diyalogê rê li pêş aştiyê vekir Birêz Ocalan 510 roj in agahî jê nayê girtin. Şer ne daxwaz û bijartina me ye. Lê dema şer hebe jî divê ehleq û hiqûqek hebe. Birêz Ocalan ku 3 salan civaka Tirkiye xist nava aştiyê, di dîrokên berê de 8 caran agirbest îlan kir û rê da pêş siyaseta Rojhilata navîn, hem gelê Kurd û hem jî gelê cîhanê ji bo azadiya wî 10 milyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û wekî "Vîna min a siyasî ye" bi nav kirin. Mafê wî yê hiqûqî û zagonî tê binpêkirin. Birêz Ocalan 5 salên dawî ye bi ti parêzerên xwe re qet hevditin nekiriye. Hikûmet Birêz Ocalan wekî dîl digire dest û nêzîk dibe. Tecrîdê di nava decrîdê de pêk tîne.
Hevalên hêja;
Bêguman civaka me bi Kurd, Tirk, bi hemû nasname û baweriyan ve bi hev re jiyanê ya di nava aştiyê de zêdetir heq dike. Bi cih anîna bendewariya mafdar peywira esasî ya siyasetmedaran e. Em bi vî zanebûn û berpirsyariyê hewl didin layiqî we bin û ji bo vê dixebitin. Li aliyekî li dijî pêkûtî û êrîşan hewl didin li ser piyan bimînin û li aliyeke jî ji bo hêviyeke biçûk a ji bo aştiyê jî hewl didin binirxînin û lêgerînên xwe yên çareseriyê didomînin. Lê astengkirina rêber û pêşengê têkoşîna gelekî 510 rojan jê agahî negirtin, bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê daxwazên hevdîtinan bi israr redkirin çi heyf e ku hemû îhtimalên aştiyê ji holê radike. Lêgerînên aştiyê yên ku Birêz Ocalan derveyî vê dihêlin, ceribandinên berê jî nîşan daye û vala ye, pûç e, ev hatiye fêmkirin. Niha jî niyeteke ku Birêz Ocalan derveyî siyasetê bihêlin, a gelek cidî û xeter heye. Ji me nikare bê xwestin ku em li hembê vî pêkanîna nehîqûqî û neexlaqî bêdeng bimînin. Divê ti kes ji me nexwaze ji rêberekî siyasî ku bi milyonan kes hêviyên xwe pê ve girêdaye, astengkirina agahdarbûna ji wî wekî normal bibînin. Ev 510 roj in hemû hewldanên me yên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û mirovî ji aliyê hikûmetê ve pûç hatine derxistin. Ji ber vê yekê jî heta ku parêzerên Birêz Ocalan, malbat, heyeta me ya siyasî rû bi rû hevdîtinê pêt bînin, agahiyeke jê bigirin, me biryar daye ku em pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, di nava me de 50 hevalên me yên dildar ji 5'ê Îlonê pêve wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Tekane daxwaza vê grevî heye; ew jî bi birêz Ocalan re di çarçoveya hiqûqî de pêkanîna hevdîtinê ye.
Di vê çarçoveyê de banga me ya yekemîn ji hikûmetê re ye; em li bendê ne ku rewabûna siyasî, hiqûqî, exlaqî, mirovî li ber çavan bê girtin û hema sibehê bê bicihanîn.
Ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê jî banga me ev e; heke ji bo vê bangawaziya me ya maqûl bersiv neyê dayîn ji bo piştgiriya hevalên me yên ku dest bi greva bêdem û bêdorveger dikin, li dora wan xwedîderketineke bêhempa bêk bînin. Ji bo vê hemû kes divê plansazî û amadekariya xwe bike. Roj roja çalakiyê ye.
Di van rojên de ku ji wî dengek bê, ji bo pêşerojê wê hêviyên nû biafirîne û ji bo deriyên nû bên vekirin wê bibe sedem ku hemû kesên bi aştî, çareseriya sivîl û hiqûqê bawer dikin, divê li hemberî vî tecrîdê derkevin.
Beşdarên hêjê, gelê me yê hêja;
Herî dawî em dixwazin vê bibêjin; ti gelê ku rêber û pêşengên xwe xwedî dernekevin ti caran nikarin rûmet û azadiya xwe biparêzin. Ti gelên ku piştgiriyê nedin têkoşîna azadiya Kurdan ti caran nikarin qala azadiya xwe bikin. Ji bo me beriya her tiştî pirsgirêk pirgirêka rûmetê ye. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku xwedî li rûmet û mafê xwe yê azadiyê derkevin, em vê bêrûmetiya ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin û em ê nekin. Em bang dikin ku qasî ku hemû cihan vê bibîhizin qîr bikin.
Em we bi hemû hîsên xwe silav dikin, serkeftinê dixwazin.