Li Çelê şerekî giran diqewime

Li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber operasyona artêşa Tirk a di 30'ê Tebaxê de destpê kir, şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê danê vê sibehê daxuyaniyek weşand û diyar kir, êrîş û şerê li Çelê dewam dike.

Di daxuyaniyê de li ser rewşa dawî ev agahî hatin dayîn:

"Operasyona artêşa TC a roja 30'ê Tebaxê li herêma Ertûş a navçeya Çelê ya Colemêrgê hat destpêkirin, bi êrîşên giran dewam dike. Girê Şehîd Newal û derora Keleha Ertûşê bi şev bi hawanan hatin bombekirin. Hejmareke zêde ya yekîneyên leşkerî sewqî girê şehîd Newal hat kirin û li vir şer qewimî. Heta danê vê sibehê saet 01:00, balafirên şer jî bombe li vê herêmê barand. Yekîneyên leşkerî ji bo xwe bigihînin Keleha Ertûşê ketin nava tevgerê. Gerîlayên me derbên xurt li van yekîneyên leşkerî xistin. Şerê li vê herêmê hê jî dewam dike. Dema agahiyên nû yên li ser vî şerî bi dest ket, wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin."