BI DÎMEN

Li Başûrê Kurdistanê 'Eniya Demokrasiya Gel' ava bû

Li Başûrê Kurdistanê, bi navê Eniya Demokrasiya Gel tevgereke nû hat ragihandin. Di daxuyaniya li ser ragihandina tevgerê de hat destnîşankirin, ku eniya demokrasiyê wê pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê re bike.

Li Başûrê Kurdistanê, bi navê Eniya Demokrasiya Gel tevgereke nû hat ragihandin. Di daxuyaniya li ser ragihandina tevgerê de hat destnîşankirin, ku eniya demokrasiyê wê pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê re bike.

Eniya Demokrasiya Gel, ji aliyê komek ji rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û aktîvîstan ve li bajarê Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin. Daxuyaniya îlankirina Eniyê ji aliyê Dr. Mihemed Kiyanî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pîvana bingehîn a Eniya Demokrasiya Gel; demokrasî, azadî û heqîqet e."

Hat ragihandin, tevgera ku li Kerkûkê hatiye ragihandin wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê bixebite û pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê û rêxistinbûna jin û ciwanan re bike.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin, ku Eniya Demokrasiya Gel wê ji bo birêxistinkirina  sîstema rêveberiya Iraqê têbikoşe û li ser bingeha Konfedralîzma Demokratîk xebatên xwe bimeşîne.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bang li hemû komên etnîkî û baweriyên cuda hat kirin, ku di bin sîwana Eniya Demokrasiya Gel de cih bigirin.

ARMANC Û RÊBAZ

Eniya Demokrasiya Gel, armanc û rêbazên xwe wiha eşkere kir:

“* Eniya Demokrasiya Gel rêxistinekî demokratîkxwaz, azadîxwaz û mafxwaz e. Her çendî ku xwe îlan dike jî, belê hîna di qonaxa xwe ya bingeh danînê de ye. Hemû takekesê azadîxwaz, demokratîkxwaz û mafperwer dikare tevlî gava damezrandina vê rêxistinê bibe. Ji bo vê jî deriyê me vekiriye û daxwaz dikin ku çalakvan tevlî vê pêvajoyê bibin.

* Eniya Demokrasiya Gel rêxistinekî ku ji bo parastina maf û azadiya hemû pêkhateyên Kurdistan û Iraqê têdikoşe. Cûdahî naxwe nav netewe, bawerî, rêgez û pêkhateyan de. Her kesek ji kîjan pêkhateyekê be dikare bibe endamê vê eniyê, parastina xwe û pêkhateyên nasnameya xwe bike.

* Eniya Demokrasiya Gel xwedî pêşengiya hêza jin û ciwanan e. Her wiha di wê baweriyê de ye ku bi pêşengiya jin û ciwanan wê qonaxek nû ya siyasî û têkoşînê bafirîne û çareseriya krîzan bike. Ji bo wê jî daxwaz ji hemû jin û ciwanên azadîxwaz dikin, Eniya Demokrasiya Gel weke rêxistina xwe bibînin û di nav de têkoşîna xwe pêş bixin.

* Eniya Demokrasiya Gel xwe alternatîfek demokratîk ê derbaskirina vê krîza hemû ew fikir û nêzikatiyên ku li ser bêçareseriyê israr dikin, dibîne. Xwedî îrade û helwesta xwe ye. Serbixwe ye û pişt dide îradeya gel. Bi rêbaza siyasî, yasayî û demokrasî xebat û têkoşîn dimeşîne.

* Eniya Demokrasiya Gel di kar û têkoşîna xwe de îradeya gel, çalakiyên demokratîk û rêxistinbûna girseyî bingeh digire. Hewldan ji bo bi dawîkirina qonax û siyaseta ku ti hesabekê ji bo îradeya gel nake, dimeşîne.

* Eniya Demokrasiya Gel bawerî bi mafê çarenûsa gelê Kurdistanê heye. Ji bo wê jî her biryara gelê Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bide, em li gel vê biryarê ne û destek dikin.

* Eniya Demokrasiya gel ji bo rêxistinkirina sîstema rêveberiya Iraqê wê têkoşîn bike. Li ser bingehê konfederalîzma demokratîk bi şêweyek ku Iraq bibe çend herêmek û her herêmek bi xwe di aliyê rêveberî de, xwe rêve bibe û li gel hev jî dinava peywendiyên konfedarlîzma demokratîk da bin. Di diyarkirina sînorê herêman de jî taybetmendiya çandî û coxrafî wê bigire dest.

* Eniya Demokrasiya Gel wê li ser bingehê rêxistinkirina peywendiyên navbera pêkhateyên Kurdistan û Iraqê li ser bingehê konfedaralîzma demokratîk xebat bike. Bi şêweyekî ku her netewe û pêkhate azad bijîn. Rêxistina xwe çêbike û bi azadî li gel netewe û pêkhateyên din ên Iraqê, yan derdorê Iraqê qadekî hevbeş a demokratîk ji bo xwe ava bike.

* Eniya Demokrasiya Gel ji bo rewabûna hemû sazî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê têbikoşe û ji bo dawî hatina li desthilata takekesî û hizbî xebat bike. Her wiha bawerî bi sîstema rêveberiya xwecihî ji bo sîstema rêveberiya Kurdistanê heye û ji bo ev sîstema rêveberiyê li Herêma Kurdistanê li ser bingehê xwerêveberiya demokratîk bikeve meriyetê wê xebat bimeşîne.

* Eniya Demokrasiya Gel ji bo xwedîderketina jêderên xwezayî xebat bimeşîne. Di aliyê aborî û darayî de rêveberiyek bi zelal esas bigire. Her wiha hemû welatî jê sodê bigirin û herî kêm be jî, ji bo hemû welatiyan jiyan sivik bibe, hewldan bimeşîne.

* Eniya Demokrasiya Gel ji bo hemû qadên xizmetgûzariyê yên weke perwerde, tenduristî, bajarvanî, tûrîzmê û weke din rêxistin bike wê têkoşîn bimeşîne û hewl bide ji bo hemû kesê di heman astê de jê sod bigire.

* Eniya Demokrasiya Gel wê ji bo sînorek li pêşiya destwerdana hêzên derve ya ji bo nav siyaseta navxweyî ya welat dane xebat bike.Her wiha li ser bingehê peywendî û berjewendiyên wekhev li gel hêzên derve peywendî çêbike.”

...