YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku di encama mayîna çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bibû û paşê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku di encama mayîna çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bibû û paşê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanê xwe yên bi navê Faris Xanê di dema li ser erka xwe bû di encama teqîna mayîna DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bibû û tevî hemû hewldanên dixtoran nehat rizgarkirin, eşkere kir.
YPG’ê wiha anî ziman: “Di 30'ê Tebaxa 2016’an de, hevriyê me Faris ji bo erkekî fermî li gel yekîneya Til Koçer ya Yekîneyên Antî Teror (YAT) ji bo tesbîtkirina cihê çeteyekî DAIŞ'ê diçe gundê Rimeyid yê girêdayî Til Hemîs. Piştî ku erka xwe bi dawî kir, di dema vegerê de çeteyên DAIŞ’ê mayînek di destpêka rêya mala hevalê me danîbûn. Di encama teqina mayîne de hevriyê me Faris birîndar dibe, pişt re hevalê me radikin nexweşxaneya Qamîşlo û pişre jî rakirin Hesekê. Lê mixabin ji ber giranbûna rewşa birîndariyê di demjimêr 12:00’ê nîvro de hevrê Faris şehîd dikeve.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di şexsê hevrê Faris de em tevahî şehîdên Soreşa Rojava bi rûmet bi bîr tînin. Di Serî de ji malbata rêzdar ya Xanî ji tevahî gelên Rojavayê Kurdistanê re em sersaxî dixwazin. Em careke din soza şopandina rêya şehîdan nû dikin û heta gihîştina azadiya rasteqîn em ê têkoşîna xwe bilind û bihêz bikin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Faris Xanê
Nav û Paşnav : Faris Hesen
Navê Dayikê: Zûbeyda
Navê Bav: Hec Elî
Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 31-08-2016