Şervanên li Cerablûsê: Dewleta Tirk nikare me bitirsîne
Şervanên li Cerablûsê gotin, têkoşîna wan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê bidome. Şervanan bang li hêzên navneteweyî jî kirin, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rabin.
Şervanên li Cerablûsê gotin, têkoşîna wan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê bidome. Şervanan bang li hêzên navneteweyî jî kirin, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rabin.
Ji şervanan Îbrahîm Ehmed Îbrahîm da xuyakirin, ku komên çete yên tund hewl didin ji krîza li Sûriyeyê sûdê werbigirin û herêman dagir bikin. Îbrahîm diyar kir, çete vê yekê jî bi dagirkerî, zilm û îşkenceyê dikin û got, "Li dijî van hêzan em li ser axa xwe şer dikin. Kêm ma bû em axa xwe Cerablûsê rizgar bikin, lê hin lîstikên din ketin dewrê. Hin hêzên din ên dagirker careke din xaka me dagir kirin û gelê me dîl girtin."
'YÊ HERÎ ZÊDE DESTEKÊ DIDE DAIŞ Û EL NÛSRA, DEWLETA TIRK E'
Îbrahîm got, "Li ser vê xakê, hêza herî mezin a dagirker, dewleta Tirk e. Naxwaze hêzên ne di bin kontrola wê de ye, li Cerablûsê bimînin. Lewma vê carê çeteyên El Nûsra xist dewrê. Bi tank, top û balafiran axa me dagir kir; xwest bi vî rengî pêşî li pêşveçûna me bigire. Lê belê ev bêperwatiya dewleta Tirk nikare çavên me bitirsîne.
Yê herî zêde destekê dide çeteyên DAIŞ û El Nûsra, dewleta Tirk û Erdogan e. Em baş pê dizanin, Serokkomarê Tirk Erdogan naxwaze ji çeteyên DAIŞ'ê xilas bibe. Beşek ji sînorê Tirkiyeyê di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de ye, lê fîşekekê jî li hemberî wan nateqîne. Em zarokên vê xakê ne, em dixwazin li ser axa xwe bi rengekî azad bijîn. Axa me hê ne di bin kontrola me de ye, lê ji bo rizgarkirina axa xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'EM Ê JI AZADIYÊ VENEGERIN'
Menhel Ebû Henadî jî şervanekî Tirkmen ê ji Cerablûsê ye. Weke şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ev demeke dirêj e ji bo rizgarkirina axa xwe şer dike û di nava pêngava heyî ya ji bo rizgarkirina Cerablûsê de cih digire.
Tirkmen da xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bidomînin û got, "Beriya niha bi sê salan çeteyên DAIŞ'ê yên ku pişta xwe dispêrên dewleta Tirk, serê birayê min jê kirin. Gotin 'sedema qetilkirina birayê min jî ez im'. Ji ber ku ez şervanê Artêşa Azad bûm. Beriya niha bi sê salan, ji ber ku me nexwest DAIŞ axa me, Cerablûsê dagir bike, me li dijî DAIŞ'ê şer kir. Lewma birayê min kuştin. Malbata min jî neçar ma xaka xwe biterikîne. Kobanê ewle dît û çû wê derê."
Tirkmen diyar kir, ew dixwazin axa xwe rizgar bikin û bi rengekî azad li ser axa xwe bijîn. Tirkmen got, "Em naxwazin ti hêzeke dagirker li ser axa me hebe. Ereb, Tirkmen, Kurd xwediyên vê axê ne. Ev gel dagirkeriyê naxwazin, lê cîrantiyê dixwazin. Weke zarokên vî gelî, ji bo rizgarkirina axa xwe, em şer dikin. Piştî ku me axa xwe rizgar kirin, em ê bi xwişk û biratî bijîn."
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Tirkmen destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî ji azadiya Cerablûsê venegerin û got, "Me ji bo axa xwe bi salan şer kir, em ê dîsa şer bikin. Dewleta Tirk a ku fêhm kir em axa xwe rizgar dikin, vê carê lîstikeke din amade kir û mîna ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike, axa me radestî çeteyên El Nûsra kir, ku ti cudahiya wan ji DAIŞ'ê nîne."
Tirkmen bang li hêzên navneteweyî jî kir û got, "Em bi biryar in axa xwe rizgar bikin. Bang li hêzên navneteweyî dikim; Qebûl bikin ku Tirkiye hêzeke dagirker e û piştgiriyê bidin doza me ya mafdar."