Çeteyên îşkence li şervanên YPG'ê kirin hatin girtin

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi YPG'ê, 2 çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat a MÎT'ê girtin.

Ji bo rizgarkirina sivîlên li gundên bûn hedefa bomberdûmana artêşa Tirk, 4 şervanên YPG'ê berê xwe dan van gundan, lê belê ji aliyê komên çete yên MÎT'ê ve hatibû girtin û îşkence li wan hatibû kirin. Yek ji van komên çete jî koma bi navê Sûltan Mûrat a MÎT'ê ye.  2 endamên vê komê hatin girtin.

Van çeteyan, îşkence li 4 şervanên YPG'ê kiribûn û dîmenên vê îşkenceyê jî di înternetê de weşandibû.

Piştî ku şervan ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin, Yekîneyên Antî Terorê (YAT), li Cerablûsê dest bi operasyonê kirin. Di encama operasyonê de 2 çeteyên koma Sûltan Mûrat hatin girtin.

Çeteyên bi navê Mihemed El Ehmed ê ji bajarê Hama û Elî Mihemed gotin, ku Tirkiyeyê ew xapandin e.

Çeteyên ku kemîn danîbûn pêşiya şervanên YPG'ê, îşkence li şervanan kiribûn û dest danîbûn ser wesayîta wan. Di operasyona YAT'ê de ev wesayîta YPG'ê jî ji destê çeteyan hat derxistin.