Li Tetwanê êrîş li dijî benda kontrolê ya polîsan hat kirin
Li Tetwanê, duh bi şev êrîş li dijî benda kontrolê ya polîsan hat kirin û piştî vê çalakiyê şer derket.
Li Tetwanê, duh bi şev êrîş li dijî benda kontrolê ya polîsan hat kirin û piştî vê çalakiyê şer derket.
Li taxa Karataş a li ser rêya navbera navçeya Tetwan a Bedlîsê û Wanê, bi roketan duh bi şev çalakiyek li dijî bendeke kontrolê a polîsan hat kirin. Piştî vê çalakiyê ji bo demeke kurt şer derket.
Çavkaniyên herêmî dibêjin herî kêm 3 polîsên Tirk hatine kuştin.
Walîtiya Tirk a li Bedlîsê jî ragihand ku li taxên Fatîh, Dûmlûpinar, Çaglayan, Karatraş û Fûarê ji saet 24:00 û pê ve derketina derve hatiye qedexekirin.