KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Roj roja rabûna ser piyan e
KCK: Roj roja rabûna ser piyan, roja xwedîderketina li gelê Cizîrê û tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê ye. Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê bê derketin. -
Bi hezaran kesên ji Şirnex û Silopiyayê bi rê ketin gihîştin Cizîrê
Bi hezaran kesên duh danê sibehê ji navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê bi rê ketin, gihîştin Cizîrê. -
Wan, ji bo Cizîrê dikeve nav tevgerê
Partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl ên li Wanê biryar girtin ku biçin Cizîrê ya komkujî lê heye û hatiye dorpêçkirin. -
Zilma AKP'ê: Cenaze li qerisînerê hatin bicihkirin
Navê 4 ji 8 welatiyên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, zelal bû. Cenazeyên welatiyan li qerisînera (dolaba cemidandinê) marketekê hatin bicihkirin. -
Kartal: Divê xwedî li xwerêveberiyan bê derketin, berxwedan bê xurtkirin
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku xwerêveberî bersivek li hemberî şerê topyekûn ê Erdogan li dijî gelê Kurd daye îlankirin e. -
Leşkerên Tirk ajokarên TIR’an gulebaran kirin: Kesek mir
Leşkerên Tirk, ajokarên TIR’an ên dixwestin ji Zaxo derbasî Bakurê Kurdistanê bibin gulebaran kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de ajokarekî jiyana xwe ji dest daye. -
"Erdogan DAIŞ be, Cizîr jî Kobanê ye"
Kurdistaniyên li Marsîlyayê, komkujiyên AKP li Cizîrê dike, şermezar kirin. -
Komkujî neyên sekinandin wê her der bibe Cizîra Botan
Li Qelqeliyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger komkujî neyên sekinandin, wê her der bibe Cizîra Botan." -
Dewletê duh bi şev li Cizîrê 8 sivîl qetil kir!
Terora dewletê ya li Cizîrê dewam dike. Hat ragihandin ku duh bi şev herî kêm 8 sivîl hatine qetilkirin. Parlamenterê HDP'ê Aslan hişyarî da ku eger dewlet komkujiya li Cizîrê temam bike, wê li tevahiya Kurdistanê belav bike. -
Ciwanên Azad: Li dijî êrîşan em xwedî li saziyên xwe derkevin
Ciwanên Azad da xuyakirin ku zîhniyeta AKP dixwze şerê li Kurdistanê derbasî Ewropayê bike û bang li ciwanên Kurd kir ku xwedî li saziyên xwe derkevin. -
Li Viyanayê êrîşa faşîst a li dijî Navenda Civaka Demokratîk
Li Viyanayê faşîstan êrîşî avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kirin û zerar dan avahiyê. -
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Em bibin lehî û biherikin Cizîrê
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê dikin ku li dora Cizîrê bicivin û ber bi Cizîrê ve dest bi meşa mezin a azadiyê bikin. Ji her devera Kurdistanê em bibin lehî û biherin Cizîrê. -
Meşa bi hezaran a ber bi Cizîrê, tevî êrîşên bi bombeyên gazê jî nasekine
Bi hezaran kesên ji Hezexê bi du baskan ber bi Cizîrê ve dimeşin, tevî êrîşên polîsên Tirk jî meşa xwe didomînin. -
Gerîlayê HPG'ê Çetînkaya hat oxirkirin
Gerîla Baran Çetînkaya yê di çalakiya li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Dayik Çetînkaya li merasîmê peyivî û banga muzakereyê kir. Dayikê got, "Em ê serî netewînin." -
Li Qereyaziyê dorpêçiya polîsan
Li navçeya Qereyaziyê, beriya meşa ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, polîsan dor li navçeyê girtin. -
Demîrtaş: Berê xwe bidin Cizîrê, xelekek ji mirovahiyê ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş got, "Berê xwe bidin Cizîrê, li dora Cizîrê xelekek ji mirovahiyê ava bikin." Demîrtaş ji gelê li Ewropayê jî xwest, bala raya giştî ya navneteweyî bikişîne ser mijarê. -
Ji Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Ewropayê banga xweparastinê
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Ewropayê, li dijî êrîşên faşîst ên piştî êrîşa AKP'ê destpê kirin, banga xweparastinê kir. -
Bi hezaran kesên li Hezexê bend derbas kirin dimeşin Cizîrê
Bi hezaran kesên li ber avahiya şaredariyê ya li navenda Hezexê civiyan, bi qîriya dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Cizîrê" benda polîs û leşkeran rakirin û berê xwe dan Cizîrê. Bel ji rojava û rojhilat ve bi du baskan dimeşe. -
Zana: Berxwedana Cizîrê wê ti carî neşikê
Parlamentera HDP'ê Leyla Zana da xuyakirin ku berxwedana li Cizîrê ti carî neşikest û wê îro jî neşikê. -
Adir: Dewleta Tirk êrîşî vîna xwerêvebirinê ya gelê Kurd dike
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir: Dewleta Tirk êrîşî hewldana avakirina sîstema xwe û vîna xwerêvebirinê ya gelê me dike. Berxwedan û xweparastin li hemberî vê rewşê tê kirin. Ev jî mafê herî xwezayî ye. -
Geverê silav da Cizîrê
Nobeda xweparastinê ya gelê Geverê, bi qîrîna dirûşmeyên ji bo destekkirina Cizîrê dewam dike. -
Berxwedana parlamenterên HDP'ê di bin germa 40 pileyî de didome
Sekna parlamenterên HDP'ê li girê 10 kîlometre dûrî Cizîrê di bin germa 40 pileyî de didome. -
HDP'yî bi biryarin xwe bigihînin Cizîrê
Parlamenterên HDP'ê yên dimeşin Cizîrê, li ser girekî 10 kîlometre dûrî Cizîrê ji aliyê hêzên polîsên Tirk ve hatine sekinandin. Parlamenterên ku tî birçî di bin tavê de disekinin, destnîşan dikin ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê biçin Cizîrê. -
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li Dusseldorfê, di çalakiya edaletê ya ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê de, êrîş û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. -
Li Cizîrê bav û keça wî qetil kirin
Li Cizîrê, di êrîşa hêzên dewleta Tirk de Eşref Edîm û keça wî ya 10 salî ji aliyê segvanan ve hatin qetilkirin.