Parlamenterên HDP'ê yên dimeşin Cizîrê, li ser girekî 10 kîlometre dûrî Cizîrê ji aliyê hêzên polîsên Tirk ve hatine sekinandin.
Her du wekîlên HDP'yî, ji ber ku nexweşiya dil bi wan re heye, bi tena serê xwe li newalê man. Ji wekîlên li ser gir disekinin parlamentera Wanê Yûrdûsev Ozsokmenler, nexweş ket.
Hêzên dewleta Tirk nehiştin wesayît ji bo wezîr û parlamenterên HDP'ê yên nexweş ketine, bên.
Wekîl li binê tavê bi tî û birçî disekinin.
Parlamenterên HDP'yî bi biryar in ku berdêla wê çi dibe bila bibe, xwe bigihînin Cizîrê.
Di vê navberê de tîmên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske girtî, ku bi 11 otobusan hatin, dor li HDP'yiyan girtine.