Leşkerên Tirk ajokarên TIR’an gulebaran kirin: Kesek mir

Leşkerên Tirk, ajokarên TIR’an ên dixwestin ji Zaxo derbasî Bakurê Kurdistanê bibin gulebaran kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de ajokarekî jiyana xwe ji dest daye.

Leşkerên Tirk, ajokarên TIR’an ên dixwestin ji Zaxo derbasî Bakurê Kurdistanê bibin gulebaran kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de ajokarekî jiyana xwe ji dest daye.

Bi hezaran ajokarên ku ev hefteyeke destûr nayê dayîn derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, tevî hemû hewldanan ji ber îro jî destûr nehat dayîn hewl dan bi derfetên xwe derbas bibin.

Ajokarên xwestin piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê, dema xwestin li nêzî gundê Kotîte sînor derbas bikin, rastî gulebarana leşkerên Tirk hatin.  

AJOKAREK HAT QETILKIRIN, 6 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li gor agahiyên RojNews jî wergirtine, di encama gulebarana leşkeran de ajokarekî jiyana xwe ji dest da, 6 leşker jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku ajokarên birîndar bi wesayîtên pêşmergeyan birine nexweşxaneyên li Zaxoyê.

Ajokarê bi navê Mûhsîn jî got: "Leşkerên Tirk ji qereqola Kotîte em gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ajokarek şehîd ket, 6 ajokar jî birîndar bûn.”