Bi hezaran kesên ji Şirnex û Silopiyayê bi rê ketin gihîştin Cizîrê
Bi hezaran kesên duh danê sibehê ji navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê bi rê ketin, gihîştin Cizîrê.
Bi hezaran kesên duh danê sibehê ji navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê bi rê ketin, gihîştin Cizîrê.
Ji bo sekinandina komkujiya li Cizîrê û destekkirina berxwedana gel, bi hezaran kesên duh danê sibehê ji navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê bi rê ketin, ketin nava Cizîrê.
Tevî hemû êrîş û astengiyên hêzên dewleta Tirk jî Kurdistanî gihîştin navçeyê. Girseya gel a ku bendên hêzên dewlete yek bi yek ji holê rakir, li taxa Konak a Cizîrê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Cizîrê", "Cizîr wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo" ket nava navçeyê.
Bi beşdariya gelê Cizîrê re hejmara welatiyan qat bi qat zêde bû û niha ber bi navenda navçeya Cizîrê ve dimeşin.
Li aliyê din, Kurdistaniyên ji Hezexê bi rê ketin jî, meşa xwe ya ber bi Cizîrê ve didomînin.