Terora dewletê ya li Cizîrê dewam dike. Hat ragihandin ku duh bi şev herî kêm 8 sivîl hatine qetilkirin. Parlamenterê HDP'ê Aslan hişyarî da ku eger dewlet komkujiya li Cizîrê temam bike, wê li tevahiya Kurdistanê belav bike.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku destûr ji Koma Meclîsê ya HDP'ê re nayê dayîn bikevin nava navçeyê, dewletê duh bi şev komkujiyeke din kir.
Di êrîşa polîsan a bi çekên giran û tankan a li taxên Nûr, Cûdî û Yafesê de, gelek sivîl ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin.
'GELÊ SIVÎL TÊ ÎMHAKIRIN, BI LEZGÎNÎ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Parlametnerê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan ê li Cizîrê ye agahî da DÎHA'yê û anî ziman ku di êrîşên duh bi şev de herî kêm 8 sivîl hatine qetilkirin û gelek kes birîndar bûne. Aslan diyar kir ku fikar hene windahî zêdetir bin û got, "Di êrîşên hêzê dewletê yên şevê din de herî kêm 8 welatî hatin qetilkirin. Gelek kes birîndar bûn. Gele winda jî hene. Me rewş tam tesbît nekir. Ji şevê heta serê sibehê bi tank top û çekên giran êrîşî taxan kirin. Trafo teqandin. Ceyran qut kirin, Niha li ti derê ceyran tine. Av tine nexweşiyê destpê kiriye. Bi rojan e çop ji kolanan nayê komkirin. Tenê zarok li kolanan in. Li ser hemû mînareyên mizgeftan segvan hatine bicihkirin. Divê bi lezgîn Rêxistinên Mafên Mirovan û heyetên Yekîtiya Ewropayê bên li vir lêkolîn bikin. Eger ku li Cizîrê komkujî pêk tê, li hemberî hemû gelê kurd ev komkujî pêk tê. Li vir polîtîkaya îmhayê tê meşandin. Gelê sivîl tê qetilkirin. Heta niha hemû kesên hatin kuştin gelê sivîl e. Em wekîlên HDP'ê bûne çar kom û em li taxan digerin. Niha hemû tax di bin êrîşan dene. Şevê din bi top û tankan êrîşî taxan kirin û komkujî pêk anîn. Ewil trafo teqandin û piştre 8 welatî qetilkirin. Hezar û 400 sal berê çawa ku Yezîd Hz. Huseyîn û hevalên wî li Kerbelayê asê kirin, îro dixwazin vê yekê li ser gelê Cizîrê jî pêk bînin. Niha şebekeyên avê tine. Eger ku wisa bidome, mirov wê ji tîna jiyana xwe ji dest bidin."