"Erdogan DAIŞ be, Cizîr jî Kobanê ye"
Kurdistaniyên li Marsîlyayê, komkujiyên AKP li Cizîrê dike, şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Marsîlyayê, komkujiyên AKP li Cizîrê dike, şermezar kirin.
Li Başûrê Fransayê bajarê Marsîlayyê, komkujiyên AKP'ê yên li Cizîrê û êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin.
Bi hezaran kesên duh êvarê li Meydana Canebîerê civiyan bi hilgirtina pankartên bi nivîsa "Dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê komkujiyan dike", "Gelê Kurdistanê ne bi tenê ye" meşiyan.
Meşê heta meydana herî qelebalix a bajêr Vîeûx-Post dewam kir û li vir mîtîngek hat lidarxistin. Di meşê de li ser polîtîkayên şer û komkujiyê yên dewleta Tirk, belavokên bi zimanê Fransaî hatin belavkirin. Li qada mîtîngê jî bi Kurdî û Fransî axaftin hatin kirin.
'CIZÎR WÊ BIBE GORA AKP'Ê
Aktîvîstê Kurd Azad Şirnexê di axaftina xwe ya li çalakiyê de ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re got, "Faşîst Erdogan; eger tu DAIŞ a nû be, Cizîr jî Kobanêya me ya nû ye. Çawa ku Kobanê bû malê tevahiya cîhanê û li her derê xwedî lê hat derketin, wê bi heman ruhî xwedî li Cizîrê jî were derketin. Û çawa ku Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, wê Cizîr jî bibe gora dewleta AKP'ê. Ev gel wê hem li Cizîrê te têk bibe hem jî di 1'ê Mijdarê de."
Piştî axaftinan, girseya gel bi bang hestyarî û serhildanê dawî li çalakiya xwe anî.
Komîteya Amadekar da xuyakirin ku çalakiyên li Başûrê Fransayê destpê kirine wê li bajarên cuda bi awayê cuda dewam bikin.