BI DÎMEN

Gerîlayê HPG'ê Çetînkaya hat oxirkirin

Gerîla Baran Çetînkaya yê di çalakiya li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Dayik Çetînkaya li merasîmê peyivî û banga muzakereyê kir. Dayikê got, "Em ê serî netewînin."

Gerîlayê HPG'ê Baran Çetînkaya (Brûsk Dêrsim) ê di 4'ê Îlonê de di çalakiya li hemberî Qereqola Ş. Naîf Karabûlût a li Dêrsimê de bi giranî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

LANET LI AKP Û ERDOGAN HAT ANÎN

Di merasîma li Mala Cem a li Dersimê de parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Hevserokên DBP û HDP'ê yên Bajêr, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr, pîrên Elewiyan û gelek welatî amade bûn. Di merasîmê de dayika Çetînkaya helbesta jê re nivîsandî xwend.

Girseya gel a beşdarî merasîmê bû, lanet li polîtîkayên şer ên AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî. Girseyê dirûşmên "Tayyîp kurê xwe bişîne leşkeriyê", "Şehîd namirin" qîriya.

DAYIK ÇETÎNKAYA: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Dayik Fadîme Çetînkaya li merasîmê peyivî û got, "Êdî bes e, li dora maseya muzakereyê rûnên. Kurê min şehîd ket, bila zarokên din şehîd nekevin. Bila dayikên din negirîn. Bila vê baş bizanibin; Seyîd Riza serî netewand, neviyên Seyîd Riza, zarokên wî jî wê serî netewînin."

Li dû merasîmê cenaze ji bo were veşartin ber bi gundê Guneşdere yê ser bi bajarokê Perî yê Mazgîrtê ve hat şandin.