Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê bi heyeteke ji parlamenteran re ev du roj in hewl dide xwe bigihîne Cizîrê banga "Berê xwe bidin Cizîrê, li dora Cizîrê xelekek ji mirovahiyê ava bikin" kir.
Demîrtaş bi rêya telefonê ji televîzyona MedNûçe re peyivî û ji gelê li Ewropayê jî xwest, mîna pêvajoya Kobanê rabin ser piyan. Demîrtaş destnîşan kir ku Cizîr vediguhere Kerbela, vediguhere Gazzeyê.
'VEDIGUHERE KERBELA Û GAZZEYÊ!'
Demîrtaş li hemberî gefa komkujiyê banga lezgîn a hestyariyê kir. Demîrtaş anî ziman ku ew dixwazin xwe bigihînin gelê Cizîrê yê bi rojane bi gefa komkujiyê re rû bi rû ye û got, "Gelê me bir ojane li ber xwe dide. Gelê Botanê bi salane li ber xwe dide. Yek jê dîrokî ye, yek jî rojane ye. Cizîr ji aliyê dîrokî ve vediguhere Kerbelayê ji ber tîbûnê, li aliyê din ji aliyê rojane ve vediguhere Gazzeyê."
Demîrtaş da zanîn ku ew naxwazin leşker û polîs jî bimirin, hewl didin pêşî li mirinan bigirin û nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan ê digot "diçin ji bo aramiyê xera bikin" da. Demîrtaş got, "Mirov dimirin, tên kuştin, qaşo em diçin aramiyê xera bikin! Xuyaye sûcên mezin, gunehên mezin tên kirin, ku hewl didin veşêrin. Naxwazin em xwe bigihînin wê derê."
'GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ DIVÊ BALA RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ BIKIŞÎNE SER CIZÎRÊ'
Demîrtaş bang hestyariyê kir û got, "Divê her kes berê xwe bide Cizîrê. Girîng e li dora Cizîrê xelekek ji mirovahiyê were avakirin. Divê her kes ya ji dest tê bike. Yê dikare bê, bila bikeve ser rê. Gelê me yê li Ewrropayê jî divê karibe bala raya giştî ya navneteweyî bikişîne ser Cizîrê. AKP ji polîtîkayên xwe yên komkujiyê venagere, lê belê eger teşhîr bibe, wê ji aliyê siyasî ve neçar bimîne paşve gav biavêje."
Demîrtaş ji bo rewşa dawî ya li Cizîrê jî got, "Em bi wekîlên xwe yên li wir re di nava têkiliyê de ne. Tevî gefa mezin a komkujiyê jî li wir moraleke mezin heye. Rêwîtiya me ya ber bi wir ve bi tena serê xwe sekneke. Divê weke berxwedaneke demokratîk xwedî li vê bê derketin."