Ji Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Ewropayê banga xweparastinê

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Ewropayê, li dijî êrîşên faşîst ên piştî êrîşa AKP'ê destpê kirin, banga xweparastinê kir.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Ewropayê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên li Kurdistan û Tirkiyeyê destpê kirin li Ewropayê jî xwe dane der û got, "Wate û girîngiya xweparastina li hemberî êrîşan roj bi roj zêdetir dibe. Êrîşên faşîzan û namerdî yên li hemberî gelê me û tecrîda li ser Rêberê me îro dijwartir bûne. Li ser vê bingehê em bang li Ciwanên Kurd ên Apoyî yên welatparêz ên li Ewropayê dijîn dikin ku li dijî êrîşên faşîst û barbaran rabin ser piyan û xwe biparêzin."

'EM XWEDÎ LI SAZIYÊN XWE DERKEVIN, NOBEDÊ BIGIRIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "L dijî neteweperestên Tirk ên faşîst, em bang li ciwanên Kurd dikin ku bi awayekî aktîf têbikoş in û li hemberî êrîşên faşîzan bêteredût bikevin nava êrîşên dijber."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mîna ku îro di mînaka Kolnê de hat dîtin, faşîstên AKP'ê yên nikarin bi gerîla xwestine li Ewropayê jî êrîşî saziyên me bikin. Li hemberî vê yekê em bang li tevahiya ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku bi şiyara 'saziyên me rûmet û şerefa me ne' xwedî li saziyên xwe derkevin û nobedê bigirin.

Em bang li Ciwanên Kurd ên Apoyî dikin ku li hemberî faşîzma Tirk li dora Rêber Apo bibin dîwarekî zindî û vê yekê weke berpirsyariyekê bi cih bînin."