Wan, ji bo Cizîrê dikeve nav tevgerê
Partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl ên li Wanê biryar girtin ku biçin Cizîrê ya komkujî lê heye û hatiye dorpêçkirin.
Partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl ên li Wanê biryar girtin ku biçin Cizîrê ya komkujî lê heye û hatiye dorpêçkirin.
Piştî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo hatina Cizîrê bang li her kesê hestyar kir, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ên Wanê biryar girtin ku biçin Cizîrê. Li Wanê piştî çûna Cizîrê jî wê 15’ê Îlonê bi meşekê komkujî were protestokirin.
'JI BO RAWESTANDINA KOMKUJIYÊ Û DESTEKA JI GEL RE EM Ê BIÇIN CİZÎRÊ'
Rayedarên Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî yên têkildarî mijarê em bi wan re axivîn wiha gotin:
Endamê Platforma Demokrasiyê ya Wanê Şemsettîn Bakir: “Ji bo bersiva ji bangê re em wek Platforma Demokrasiyê ya Wanê ji Wanê ber bi Cizîrê ve biçin. Ji bo rawestandina komkujiyê û desteka ji gel re em ê li wir bin.”
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Murat Melet: "Tevayî mirovên me yên li Wanê yên j aştiyê re hestyar, wek Saziyên Civaka Sivîl me biryar girt ku biçin Cizîrê. Ji ber ku li wir komkujî heye. Mafê jiyanê yê mirovan ji destê wan hatiye derxistin.”
‘ŞEWITANDINA CIZÎRÊ ŞEWITANDINA WANÊ YE'
Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik: "Em ê wek Çev-Der îro li Parka Kûrtûlûş kom bibin. Serê sibehê jî ji bo rawestandina vê hovîtiyê em ê ber bi Cizîrê ve bikevin rê.”
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munîr Aras: "Di rojên dawî de li Cizîrê li ber çavên hemû cîhanê komkujiyek tê kirin. Ji bo rawestandina vê komkujiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Lewma em bang li her kesî dikin ku bertekên xwe nîşan bidin. Ji derveyî vê ji bo Cizîrê çi bê kirin em amade ne bikin.”