Komkujî neyên sekinandin wê her der bibe Cizîra Botan
Li Qelqeliyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger komkujî neyên sekinandin, wê her der bibe Cizîra Botan."
Li Qelqeliyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger komkujî neyên sekinandin, wê her der bibe Cizîra Botan."
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Wan Qelqeliyê, komkujiyên li Cizîrê û êrîşên nîjadperest ên li hemberî avahiyên HDP'ê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de tevî rêveberên HDP û DBP'ê yên Navçeyê, Hevşaredarên Qelqeliyê gelek kes amade bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Qelqeliyê Recep Ceylanci daxuyanî da û diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Erdogan û hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan şer daye destpêkirin û bi vî şerî xeyala serokatiyê dikin. Ceylanci bal kişand ser êrîşên faşîst ên li hemberî HDP'ê û xwest, ev êrîş tavilê bi dawî bibin.
Ceylanci got, "Ji vê derê em bi awayekî zelal û vekirî dibêjin; eger komkujiyên li Cizîrê nesekinin her der wê bibe Cizîra Botan. Em ê nirxên xwe, jiyana xwe, pêşeroja azad û wekhev a gelên xwe, li dijî hêrs û daxwaza desthilatdar û şer a Erdogan, biparêzin."