Li Qereyaziyê dorpêçiya polîsan

Li navçeya Qereyaziyê, beriya meşa ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, polîsan dor li navçeyê girtin.

Li navçeya Erzîrom Qereyaziyê, beriya meşa HDP û DBP'ê ya ji bo Cizîrê, navçe ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.

Hat ragihandin ku Qeymeqamiya Qereyaziyê jî ji saziyên fermî re nivîsek şandiye û diyar kiriye ku di navbera 9-14'ê Îlonê de hemû xwepêşandan, meş û daxuyaniyên çapemeniyê yên li navçeyê hatine qedexekirin.

Li aliyê din, beriya meşa danê nîvro, li gelek nuqteyên navçeyê maşînên zirxî, li deverên stratejîk jî polîsên bi çekên giran hatine bicihkirin.

Tengezariya li navçeyê dewam dike.