Li Viyanayê êrîşa faşîst a li dijî Navenda Civaka Demokratîk

Li Viyanayê faşîstan êrîşî avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kirin û zerar dan avahiyê.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê duh bi şev, du faşîstan êrîşî avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kirin.

Di êrîşê de deriyê komeleyê û camên wê bi hesin hatin şikandin.

Rayedarên komeleyê û polîsan danê sibehê li cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Rayedarên komeleyê bang li hemû welatparêzan kirin ku xwedî li saziyên xwe derkevin û beşdarî meşa protestoyî ya roja Înê bibin.