Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li Dusseldorfê, di çalakiya edaletê ya ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê de, êrîş û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin.
Li Dusseldorfê, di çalakiya edaletê ya ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê de, êrîş û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin.
Mîna her Çarşemê, duh jî Kurdistanî bi daxwaza ronîkirina komkujiya li Parîsê ya şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê lidarxistin.
Di çalakiya ku bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Koln û Dusseldorfê pêk hat de, welatiyên Elman jî cih girtin.
Di axaftinên li çalakiyê de tevî daxwazên ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê, her wiha êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Cizîrê hatin şermezarkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.