KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
ÎHD’ê rapora Cizîrê aşkera kir
Heyeta parêzvanên mafên mirovan ku xwestin biçin Cizîrê û nekarîbûn biçin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamê Desteya Rêveberiyê ya TÎHV’ê Coşkun Ustercî diyar kir ku heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin kuştin. -
KNK: Li hemberî êrîşên faşîstan berxwedan rewa ye
KNK'ê da xuyakirin ku bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan êrîşên faşîst li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got, "Li hemberî êrîşên faşîstan berxwedan rewa ye." -
Li Efrînê sibe hilbijartina Şaredariyan heye
Zêdeyî 126 hezar welatiyên Kantona Efrînê wê ji bo diyarkirina 62 Hevserokên 31 Şaredariyên Gel ên Kantonê, sibe biçin ser sindoqan. -
'Divê ciwanên Kurd mîna YPG/YPJ'ê li ber xwe bidin'
Endama Koordînasyona Komalên Ciwcan Ulkem bang li ciwanên Kurd kir û got, "Mîna berxwedana YPG û YPJ'ê ya li Rojava li dijî DAIŞ'ê hat meşandin, divê li Bakurê Kurdistanê jî heman berxwedan bê nîşandan." -
Şêrko Cewdet: Sedema koçberiyê, hêzên desthilatdar ên welat parî kirin e
Parlamenterê Partiya Yekgirtû Îslam Şêrko Cewdet got, "Eger wekhevî û azadî tinebe, hêzên desthilatdar welat di navbera xwe de parî kiribin û gel birçî be, wê çaxê mirov wê welêt biterikînin." -
Farqînê heta serê sibehê li ber xwe da
Li dijî êrîşên hêzên dewletê yên li Farqînê, ciwanan li taxên Baglar û Ferîdûn heta sibehê li ber xwe dan. -
Ji Êlihê bi sedan kesan berê xwe dan Cizîrê
Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê, rêveberên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan û Kurdistanî ji bo destekê bidin berxwedana gelê Cizîrê, ketin ser rê. -
Li Cizîrê polîsan Kurdistaniyekî din qetil kirin
Polîsên Tirk ên gule li Taxa Yafes a Cizîrê reşandin, ciwanê bi navê Ozgur Taşkin qetil kirin. -
Polîsan li Cizîrê jinek qetil kirin
Li Cizîrê, hêzên dewletê ji wesayîta zirxî gule berdan dayika 7 zarokan Meryem Sume (53) a li ber mala xwe rûniştîbû û ew qetil kirin. -
KCD-E li dijî faşîzma AKP'ê banga beşdariya çalakiyan kir
Hevserokatiya KCD-E got, "Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku xwedî li berxwedana gelê me ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derkeve û ji bo faşîzma AKP'ê di nava raya giştî ya cîhanê de teşhîr bike, tevlî çalakiyên demokratîk bibe." -
Ayata: Divê xweseriya demokratîk bi şîdetê re weke hev neyê dîtin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku dewletê bi pêşengiya Erdogan şer dijwar kiriye û destnîşan kir ku artêş di vî şerî de bi ser neketiye. -
Muslim: Tirkiye ya wê bibe alîgirê DAIŞ'ê, ya jî yê Kurdan
Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir ku gotina 'avakirina herêma bi ewle' ya Tirkiyeyê dûrî rastiyê ye û got, "Eger tiştekî bi vî rengî pêk were, wê Tirkiye hemû cîhanê li hemberî xwe bibîne." -
KOM: Werin Cizîrê komkujiyan rawestînin
Jinên ji bo biçin Cizîrê ji Amedê ketin rê di ketina Cizîrê de hatin rawestandin. Jinên ku hêzên dewletê destûr nedan bikevin hundir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Jinan bang li her kesî kirin ku bên Cizîrê û komkujiyan rawestînin. -
Hevşaredarê Dihê ji peywirê hat girtin
Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hat girtin. -
Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Karşiyaka û Menemen ên Îzmîrê serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin. -
Li hemberî avahiya HDP’ê ya Sîlîfke êrîşa faşîst
Nîjadperestên êrîşî avahiya HDP'ê ya Sîlîfkeyê kirin derî şikandin û avahî şewitandin. -
Hevşaredarê Farqînê Teke jî ji peywirê hate girtin
Piştî Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi ji peywirê hatibû girtin Hevşaredar Melîkşah Teke û alîkara hevşaredar Aysel Yapici jî ji peywirê hatin girtin. -
Nasnameya 3 gerîlayan hat aşkerakirin
Nasnameya 3 gerîlayên li Dêrsim û Îdirê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin. -
YPG’ê nasnameya 6 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di demên cuda de di berxwdana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyan xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Balafirên şer ên Tirk herêmên gerîla bombe kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk Herêmên Parastinê yên Medya ji şevê den heta danê sibê bombe kirine. -
Akbaş ê ji aliyê nîjadperestan ve hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin
Cenazeyê ciwanê bi navê Sedat Akbaş ê ji hêla nîjadperestan hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin. -
HPG: Em ê tawîz ji nêzîkatiyên însanî nedin
HPG’ê diyar kir ku li hember êrîşan wê ji nêzîkatiya însanî tawîz nedin. -
HPG: 12 leşker, 1 polîsê tevgera taybet hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyên gerîla de 12 leşker û 1 polîsê tevgera taybet hatin kuştin. Her wiha derb li 3 helîkopteran hatin xistin. -
KCK: Em xwedî li bajarên xwerêveberî lê hatiye îlankirin derkevin
KCK: Em bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dikin ku di serî de li Cizîr a bi fedaî li ber xwe dide, xwedî li hemû bajar û navçeyên me yên bi îlana xwerêveberiyan re dest bi pêngava demokratîkbûyînê kirine, derkevin. -
Girseya dixwest ji Mêrdînê biçe Cizîrê hat astengkirin
Welatiyên Mêrdînê yên bi pêşengiya HDP, DBP û MEYADER'ê kom bûn û xwestin ji bo piştgiriyê bidin gelê Cizîrê ku di bin dorpêça polîs û leşkeran de ye û li ber xwe didin biçin Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.