Li Efrînê sibe hilbijartina Şaredariyan heye
Zêdeyî 126 hezar welatiyên Kantona Efrînê wê ji bo diyarkirina 62 Hevserokên 31 Şaredariyên Gel ên Kantonê, sibe biçin ser sindoqan.
Zêdeyî 126 hezar welatiyên Kantona Efrînê wê ji bo diyarkirina 62 Hevserokên 31 Şaredariyên Gel ên Kantonê, sibe biçin ser sindoqan.
Zêdeyî 126 hezar welatiyên Kantona Efrînê wê ji bo diyarkirina 62 Hevserokên 31 Şaredariyên Gel ên Kantonê, sibe biçin ser sindoqan.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Efrînê di destpêka meha Tebaxa 2015’an dema lidarxistina hilbijartinên şaredariyên gel ên Kantonê diyar kir. Komseriyê 10’ê Îlonê dema li darxistina hilbijartina hevserokên şaredariyanû 2’ê Cotmhê jî dema li dar xistina hilbijartina endamên meclîsa şaredariyan diyar kiribû.
LI KANTONA EFRÎNÊ 31 ŞAREDARIYÊN GEL HENE
Piştî diyarkirina dema hilbijartinê, komîseriyê dest bi amadekariyê lidar xistina hilbijartinên hevserokên şaredariyên gel kir. Li ser bingehê civînên ku di çarçveya amadekariyan li tevahî Kantonê hatin lidarxistin. Li tevahî Kantonê 31 şaredarî hatin diyar kirin “ 5 şaredarî li bajarê Efrînê, 4 li navçeya Şera, 4 li navçeya Şêrawa, 2 li navçeya Şiyê, 4 li navçeya Mabeta, 5 li navçeya Raco, 3 li navçeya Bilbilê û 4 jî li navçeya Cindirêsê.”
182 NAMZET
Ji bo hilbijartinên hevserokatiya şaredariyan deriyê namzetiyê ji hemû welatiyan re hat vekirin û 314 kesan daxwazên xwe pêşkêş kirin. Ji bo destnîşan kirin daxwazan li gorî şertên ku komîseriyê ragihandibûn, piştî lêkolînkirina daxwazan ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijarinan û Desteya Karê Hundir a Kantonê , di encamê de daxwazên 240 namzetî hatin erêkirin. Lê hin namzetan xwe paşve kişandin û hejmara namzetan 182 kes man. Ji wan 56 namzet namzetên serbixwe ne, 93 namzet ji aliyê Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) ne û 33 namzet jî girêdayî partiya Yekîtî Demokratî Kurdî li Sûriyê “ Yekîtî” ne.
WÊ 296 SINDOQ BÊN DANÎN
Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina hejmara sindoqên ku wê welatî sibe li ser dengên xwe bi kar bînin diyar kirin. Hejmara sindoqên ku hatin diyar kirin, 296 e. Wê 37 sindoq li bajarê Efrînê, 46 li navçeya Raco, 37 li navçeya Şera, 31 li navçeya Şêrawa, 46 li navçeya Mabata, 20 li navçeya Şiyê, 38 li navçeya Bilbilê û 40 jî li navçeya Cindirêsê werin danîn.
Her wiha komîteya çavdêriya ji 2 endaman pêk tê li ser her sindoqê jî heye. Serokê komîteyan ji endamên Saziya zimanê Kurdî ne û endamên komîteyê jî komîseriyê hene. Ji bo çêvdêrkirina sindoqan û navendên hilbijartinê saziyên civaka sivîl, TEV- DEM û Rêxistina Mafê Mirovan jî hatin vexwendin.
126 HEZAR WELATÎ WÊ DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi hevkariya komînan zêdetirî 126 hezar qertên hilbijartinê li welatiyên ku li gorî şertên hilbijatinê dikarin dengê xwe bikarbînin, belav kir.
Namzetên hevserokatiya şaredariyên gel ên Kantonê di destpêka Îlona 2015’an de dest bi propogandayên hilbijartnê kiribûn. Li gorî Komîseriya Hilbijartinan duh di saat 00.00’an de dema propogandayên hilbijartinê bi dawî bû.
Ji bo hilbijartina 62 hevserokên 31 şaredariyan, wê sibe welatiyên Kantona Efrînê biçin ser sandiqên hilbijartinê û dengê xwe bikarbînin. Wê deriyên navendên hilbijartinê sibehê saet 08.00.werin vekirin û heta saat 20.00’an bidome.