Akbaş ê ji aliyê nîjadperestan ve hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin
Cenazeyê ciwanê bi navê Sedat Akbaş ê ji hêla nîjadperestan hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin.
Cenazeyê ciwanê bi navê Sedat Akbaş ê ji hêla nîjadperestan hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin.
Cenazeyê ciwanê bi navê Sedat Akbaş ê ji hêla nîjadperestan hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin. Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Barî Karaagac diyar kir ku şerek li hemberî Kurdên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Ev şer ne tenê li Kurdistanê pêk tê. Şer bi polîs û MÎT’ên AKP’ê xwe li Tirkiyeyê jî rû da. Kesên ku Sedat qetil kirine, MÎT û polîsên AKP’ê ne. Heke em 400 parlementeran bidin Erdogan wê me hîn bêhtir qetil bike.”
Cenazeyê ciwanê ku şeva bihurî di êrîşa komên nîjadperest a li Taxa Gultepe ya Kagithaneya Stenbolê de hatibu qetilkirin li Goristana Asrî ya Êlihê hat definkirin. Roja bihurî ciwanê bi navê Sedat Akbaş (21) ê ku dema di telefonê de bi Kurdî diaxivî, rastî êrîşa komek nîjadperestan hatibû û hatibû qetilkirin. Malbata Akbaş ji bo ku cenazeyê kurê xwe bînin Êlihê, serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dabûn, lê rayedaran wesayîta cenaze nedan malbatê. Li ser vê yekê malbatê cenazeyê Akbaş, di bagaja otobusekê de hezar û 543 kîlometreyan ji Stenbolê anîn Êlihê. Cenazeyê Akbaş ji hêla sedan welatiyan ve li derveyî navenda bajêr hat pêşwazîkirin û ber bi Goristana Asrî ya Êlihê ve birin. Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze hat definkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Êlihê Barî Karaagac destnîşan kir ku li hemberî Kurdan şerekî qirêj li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin û wiha got: “Ev şer ne tenê li hemberî Kurdên li Kurdistanê tê meşandin. Ev şer li Tirkiyeyê jî tê meşandin û wekî ku tê dîtin, hevalê Sedat di şerê qirêj de hat qetilkirin. Divê gelê me vî tiştî baş zanibe. Heke em 400 parlementeran bidin Erdogan, wê hîn bêhtir me qetil bike û me bide kuştin."
‘DIVÊ EM HÊZA XWE LI HEMBERÎ ŞERXWAZAN MEZIN BIKIN’
Karaagaç da zanîn ku pêşî li qetilkirina Kurdan wê bi yekîtiyê bê girtin û wiha dewam kir : “Em ê heyfa şehîdên xwe bi yekîtiyê bistînin. Li gelek deveran êrîş li ser avahiyên rêxistinên me yên bajaran pêk tên. Ji ber ku ev tişt bi destê polîs û MÎT’ê tên kirin we hîn berdewam bike. Kesên ku Sedat qetil kirin jî polîs û MÎT’ê AKP’ê ne. Divê em hêza xwe li hemberî AKP’ê, Erdogan, Davutoglu û şerxwazan mezintir bikin.”
Merasîma cenaze bi dirûşma, "Şehîd namirin" bi dawî bû.