Ayata: Divê xweseriya demokratîk bi şîdetê re weke hev neyê dîtin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku dewletê bi pêşengiya Erdogan şer dijwar kiriye û destnîşan kir ku artêş di vî şerî de bi ser neketiye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, "Kurd dema xweseriyê îlan dikin an jî dibêjin em ê xwe bi xwe bi rêve bibein; nabêjin em ê dewletê hilweşînin û dewleteke din ava bikin. Dibêjin; dewleta heyî ne demokratîk e, daxwazên me nabihîze. Bi qeymeqam û waliyên xwe yên wezîfedar dikin re me nebaş bi rêve dibe. Wê demê bila xwe ji me vegire, em ê xwe bi xwe bi rêve bibin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, êrîşên dewleta Tirk ên bi pêşengiya Erdogan û AKP'ê û ragihandina xwerêveberiyan ji ANF'ê re nirxand.

Ayata da xuyakirin ku xweseriya ji aliyê gelê Kurd ve hatiye îlankirin, bi kêrî Tirkiyeyê tê û destnîşan kir ku divê xweserî bi şîdetê re weke hev neyê dîtin, bi beşdariya topyekûn a gel re bê avakirin.

Ayata ragihand ku şer ne ji aliyê gerîla ve ji aliyê dewletê ve hatiye destpêkirin û got, "Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta hikûmeteke bê avakirin, ew ê li gorî agirbestê tevbigere. Halbûkî rêveberiya dewletê ya bi pêşengiya Erdogan, şer dijwar kir. Dest li hilbijartin û encamên hilbijartinê hat werdan. Hewl dan encamê derbasdar nehesibînin û piştre jî komkujiya li Pirsûsê rû da.

PKK û hêzên gerîla li van hemûyan temaşe kirin. Ji bo biryara xwe ya dawî bide li bendê ma ku hikûmet helwesta xwe zelal bike. Lê belê zikheviya Tirkiye û DAIŞ'ê dewam kir, hemû Tirkiye veguherî qada rêxistinbûyîna DAIŞ'ê, karê DAIŞ'ê li Rojava bi sînor nema, li Amed û Pirsûsê veguherî komkujiyan. Vana hikûmet tengav kir. Ji ber ku ev hemû bi têkiliya bi îstîxbaratê re hatin kirin. MÎT'ê DAIŞ kontrol kir û tevgerên wê meşand. Di rewşeke bi vî rengî de nepêkane ku haya MÎT'ê ji van komkujiyan tinebe. Nepêkane ku îstîxbaratê nizanîbû wê li Pirsûsê 30 sivîl bên qetilkirin.

Dema ev hemû li dû hev hatin, hikûmet tengav bû û bi DYA re hevdîtin pêk anî. Di berdêla dayîna Încîrlîkê de ji DYA'yê serbestiya tevger û şerê li dijî PKK'ê xwest. Di 24'ê Tîrmehê de balafir rakir û qadên gerîla bomberdûman kir. Bi gotina xwe '400 balafir' rakir. Diyare planeke xwe, amadekariyeke xwe hebû.

"AKP'Ê SÛCÊN MEZIN KIR, BÊ DESTHILATDARIYÊ NIKARE BIJÎ"

Naxwe carek du caran hewldanên binpêkirina agirbestê hebe jî, ev nabe sedem ji bo xerakirina agirbestê. Di rewşeke bi vî rengî de alî hevdîtinê dikin, nîqaş dikin û pirsgirêkan çareser dikin. Lê belê Erdogan xwest, bi afirandina rewşa krîz-kaosê re hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêbandor bike. Xwest darbeyê bike. Bi pêkanîna hilbijartineke nû re hewl da HDP'ê bêdeng bike, Kurdistanê bombe bike, mirovan bigire û ji raya giştî ya Tirkiyeyê qut bike. Bi vî rengî dixwaze çi dibe bila bibe bê ser desthilatdariyê.

Ayata da xuyakirin ku AKP'ê sûcên gelekî mezin kiriye, lewma bê desthilatdariyê nikare bijî û ev nirxandin kir: "Ji niha û pê ve jî wê bi hêsanî hikûmetê neterikîne, desthilatdariyê ji kesî re nehêle. Ji xwe AKP'ê dikarîbû bi CHP'ê û HDP'ê re koalîsyon ava bikira. Yanî ev alternatîf hebûn. Van partiyan xwe ji hikûmetê venegirtin. Bi taybetî CHP'ê hevdîtin kir û diyar kir ku ew ji koalîsyonê re amade ye. Lê belê pêşniyareke avakirina koalîsyonê jî nebir ji CHP'ê re. Pêşniyara hikûmeta hilbijartinê bir, wan jî red kirin. Kiliçdaroglû ji bo biryara hilbijartina nû diyar kir ku darbeyeke leşkerî siyasî ye.

Hêzên ewlekariyê yên Tirk di rewşeke bi vî rengî de dest bi êrîşan kirin. Beriya wê êrîşên hewayî pêk anîn. Bi sedan xebatkarên li qada legal ên berê tespît kiribûn, girtin. Ev operasyon di darbeyên leşkerî de jî nehatine dîtin. Ev hemû encama amadekariyên berfireh bûn."

"LEŞKER LI HEMBERÎ GERÎLA NEKARÎ BI PÊŞ VE BIÇE"

Ayata bal kişand ser propaganda dijber û berevajîkirinê ya ji aliyê medya alîgirê AKP'ê û TRT'ê ve hat meşandin û got, "Di civînan de gef xwarin û êrîşên xwe dewam kirin. Dema ev hemû li ber çavan werin girtin, tê dîtin ku dewlet di nava êrîşeke topyekûn de ye. Her kesê karîbû bîne cem xwe, anî û êrîşên xwe meşand. Lê belê nekarî zerareke cidî bidin PKK'ê, ti herêm ji destê gerîla negirt. Di nava gerîla de windahiyeke cidî nîne. Yanî mirov dikarin bêjin ku ji aliyê leşkerî ve neserketî bûn."

Ayata da zanîn ku li hemberî hemû êrîşan, gerîla hînê bi rastî neketine nava şer û got, "Tenê ji hin aliyan ve ket nava tevgerê. Hînê plansaziya xwe jî nekiribû. Bi tenê ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li hemberî gel ket nava tevgerê. Çend çalakiyên bersivdayînê pêk anî. Ev çalakiyên gerîla gelekî bi bandor bûn. Li gelek herêman hêzên leşkerî ketin rewşeke welê ku nema dikarîbû derkevin kolanan, ketin kemînan û windahiyên mezin dan. Li gelek bajar û navçeyan rê hatin girtin. Eger hêzên gerîla bi temamî li gorî rewşa nû tevbigere, hêza xwe ya şer bixe nava tevgerê, hinekî bi dîsîplîn tevbigere, wê demê artêşa Tirk wê windahiya herî mezin a herdemê bijî."

"GELÊ TIRK DÎT AGIRBEST Û AŞTÎ BANDOREKE ÇAWA YA ERÊNÎ LI JIYANÊ DIKE"

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata di dewama axaftina xwe de ragihand ku xuyaye şer wê ber bi bajaran ve biherike û got, "Di demên bihurî de dewleta Tirk şer li çiyê dimeşand û her tişt ji gelê Tirk vedişart. Li gorî dilê xwe bombe li Kurdan dibarand, digirt, dadgeh dikir an jî bêdaran înfaz dikir. Artêş û çapemeniyê jî bê şert û merc destek dida vê. Her kes hevparê vî sûcî bû.

Lê belê niha atmosfer guheriye; Gelê Tirk dît ku agirbest û aştî roleke çawa ya erênî di jiyana wan de dilîze. Di nava civakê de aramiyek pêk hat, Tirkiye bi dilrehetî bi pirsgirêkên xwe re eleqedar dibû û lêgerînên demokrasiyê zêde bûn. Wergirtina ji sedî 13 ê dengan ji aliyê HDP'ê ve, pêwendiya xwe bi vê ve heye. Ya ku Erdogan û rayedarên din ên dewletê jê aciz in jî ev e."

"DEMA XWERÊVEBERIYÊ HATIYE"

Ayata der barê xwerêveberiyên demokratîk ên li Kurdistanê hatin ragihandin de ev nirxandin kir: "Walî û qeymeqamên dûrî gel wezîfedar dikin. Ev burokratên faşîst û nîjadperest ên li dijî gel û ji çanda demokrasiyê bêpar, wê çawa Kurdistanê birêve bibin. Gelê kurd ev 40 sal in li ber xwe dide, zane bûye, polîtîze bûye, xwe gihandiye asteke rêxistinbûyînê û hêza xwe birêvebirinê derxistiye holê. Ji xwe ji sala 1999'an û vir ve piraniya şaredariyan birêve dibe. Bi vî rengî hay ji kapasîteya xwe ya xwerêvebirinê heye. Bicihanîna xweseriyê gelekî normal e. Dema wê hatiye, bihuriye jî.

Kurd dema xweseriyê îlan dikin an jî dibêjin em ê xwe bi xwe bi rêve bibein; nabêjin em ê dewletê hilweşînin û dewleteke din ava bikin. Dibêjin; dewleta heyî ne demokratîk e, daxwazên me nabihîze. Bi qeymeqam û waliyên xwe yên wezîfedar dikin re me nebaş bi rêve dibe. Wê demê bila xwe ji me vegire, em ê xwe bi xwe bi rêve bibin. Em tax, navçe û bajarê xwe bi rêve bibin. Bi meclîsên xwe, bi nûnerên xwe xwe bi rêve bibin. Em bi xwe bersivê bidin pêwîstiyên xwe.

Li Ewropayê ev pêşketî ye. Federasyon, kanton hene. Ev yek ne hilweşandin an jî tinehesibandina dewletê ye. Di heman demê de ne li bendêmayîna dewletê ye. Ev yek ji bo tevahiya Tirkiyeyê pêwîst e."

Ayata destnîşan kir ku xweserî ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî gava destpêkê ye û got, "Kurd vê yekê ne tenê ji bo xwe diparêzin, ji bo tevahiya gel û çandên li vir dijîn diparêze. Şensê serketina vê yekê ji berê bêhtir e."

"GELO MAFÊ PARASTINÊ YÊ KURDAN JÎ NÎNE?"

Ayata ragihand ku niha hewl tê dayîn ev yek bi şîdetê re weke hev bê nîşandan û bi vî rengî pêşî lê bê girtin û got, "Mafê hemû gelan heye sîstema xwe biparêzin. Mînak; Obama dibêje 'Mafê parastina rewa yê Tirkan heye'. Başe gelo mafê parastinê yê Kurdan nîne?"

Ayata ragihand divê mafê parastinê yê Kurdan jî were naskirin û got, "Binêrin Kurd êrîşî dewletekê nakin, ti cihî dagir nakin, mafê serweriyê yê dewletekê ji dest nagire. Hewl dide li erdnîgariya xwe jiyana xwe biparêze, ewle bike. Li hemberî yên vîna wê qebûl nake, hewl dide vîna xwe biparêze."