Jinên ji bo biçin Cizîrê ji Amedê ketin rê di ketina Cizîrê de hatin rawestandin. Jinên ku hêzên dewletê destûr nedan bikevin hundir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Jinan diyar kirin ku dengê jin û gelê dewlet dixwaze li Cizîrê bifetisîne, bang li her kesî kir ku komkujiyan rawestînın.
Jinên li ser banga Meclîsa Jinên Azad li Amedê hatin gel hev, tevî hemû astengiyan jî gihiştin Cizîrê. Lê hêzên dewletê destûr nedan jin derbasî navçeyê bibin.
Di heyeta jinan de Meclîsa Jinên Azad (KOM), Kongreya Jinên Azad (KJA), Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Jina Ciwan a Azad (OGK), Jinên Sererdê û Meclîsa Aştiyê hene.
Jinên hatin heta ketina Cizîrê jî, ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Jinên hatin rawestandin çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Piştî demekê jinan daxuyani dan û ji ber ketina wan a bajêr hat astengkirin protesto kirin.
Li ser navê KOM’ê Şehrîban Guven daxuyanî xwend û wiha got: “Me dengê Cizîrê bihîst û îro em li vir in. Ji ber ku em jin dizanin bê nebîhîstina qîrînan, carinan jî ji nebihîstinê hatin, bê deng, bê ziman mayîn çi ye, em ji jiyana xwe dizanin.” Guven diyar kir ku ev zordariya li Cizîrê didin jiyîn ji jiyana baş nas dikin, dizanin û wiha dom kir: “Dengê ku dixwazin bitepisînin em dibihîzin, guhdarî dikin.”
Guven di destpêkê de jin bang li her kesê ku dixwazin ev komkujî bi dawi bibin kir ku werin Cizîrê.
Jin piştî daxuyaniyê ber bi Amedê derketin rê. KOM wê sibê navçeyên Licê û Sûr ên bajarên Amedê ziyaret bikin.