KNK: Li hemberî êrîşên faşîstan berxwedan rewa ye

KNK'ê da xuyakirin ku bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan êrîşên faşîst li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got, "Li hemberî êrîşên faşîstan berxwedan rewa ye."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), der barê êrîşên faşîstan ên li hemberî gelê Kurd, ku ev demeke li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye û gihaştiye qonaxeke xetere de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku şerê giştî li dijî gelê Kurd, ketiye qonaxek faşîzan û  bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan,  li gel Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyê belav bûye. 

KNK'ê ragihandin ku di êrîşên faşîzan de Kurd bi giştî di hedefê de ne, avahiyên HDPê li paytext Enqerê, li metropol û navçeyên Tirkiyeyê rastî êrîşên faşîzan tên û têne şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku tevî hişyarkirina rayedarên desthilatdariya AKP'ê jî avahiya navenda giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê li pêş çavê polîsan hatiye şewitandin û hat gotin; "Di şerê li dijî gelê Kurd de, polîsên kontra yên AKP'ê û leşkerên dagirker bajar, navçe û gundên Bakurê Kurdistanê, bi çekên giran bomberdûman dikin. Mînaka wê Cizîrê ye û 5 roj in, bajarê Cizîrê  dibin dorpêçanê de ye,  zarok, jin, kal û ciwan têne kuştin û birîndar kirin. Xanî tên xera kirin."

'ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ HEDEF NÎŞAN DAN; FAŞÎSTAN DEST BI ÊRÎŞÊ KIRIN'

Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû,  bi zimanekî faşîzan HDP hedef nîşan dan û ev xal destnîşan kir: "Faşîstên Tirk jî,  li tevahiya Tirkiyeyê êrîşî avahiyên HDP'ê, mal û kargehên Kurdan kirin. Faşîstên Tirk, paytext Enqere jî di nav de, li tevahiya navçe û bajarên Tirkiyeyê, li dijî avahiyên HDP'ê, taxên Kurdan û kargehên Kurdan, bi slogana “ne operasyon qirkirin”  êrîş pêkanîn û gelek avahî, mal, kargeh, pirtûkxane û komeleyên kulturî şewitandin. 

Êdî kes nikare li Tirkiyeyê behsa  demokrasî, sîstema parlamenteriyê bike. Êdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 'faşîzma nasyonalîzma Tirk ya ku di pêşengiya Tayyî Erdogan de'  heye. Li welatekî ku welatî ji sedema ku bi zimanê dayikê axivî ne werin kuştin, kargehên welatiyên ne Tirk werin şewitandin, bajar û navçe werin bombardûman kirin, zarok, jin, ciwan, kal werin kuştin, parlamenter rastî êrîşan werin û dîl werin girtin, kes nikare behsa demokrasiyê bike.  Parlamenterên Kurd  bang dikin ku di avahiyekê de hatine asê kirin û canê wan di bin metirsiyê de ye. Êdî kes nikare li Tirkiyeyê behsa  demokrasî, azadiyê  bike û bêje, can û malê welatiyan di bin ewlekariyê de ye. Ev 'faşîzma nasyonalîzma Tirk', b iqasî faşîzam Hitler û Musollînî  dijwar bûye. Faşîzma nasyonalîzma Tirk, kiryarên faşîzan, bi navê sindoq, parlamento, terorê,  vedişêre û meşrû dike."

 'EM BANG LI GELÊ KURD DIKIN DI NAVA YEKÎTIYEKE DILSOZ DE TÊBIKOŞ IN'

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Em weke KNKê bang li gelê Kurd li welat û derveyî welat dikin ku dinava yekîtiyek dilsoz û bi hêz de, bi rêxistînî  li dijî vê faşîzmê, têkoşînek giştî  bike.

Em bang li raya giştî ya cîhanê, sazî û dezgehên mafên mirovan, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û hêzên global teva dikin ku, dengê xwe bilind bikin û faşîzma nasyonalîzma Tirk, bidin rawestandin û rê li ber komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bigirin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan got, 'sîstem hatiye guhertin'.  Sîstema  hatî guhertin, di her alî de faşîzma reş e û Tirkiyeyê jî ber bi kaosekê ve dibe. Êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê jî didine xuya kirin ku, armanc Kurd in, îradeya gelên li Tirkiyê ye û îradeya di 7ê Hezîranê de derketiye holê ye. Lîstik, dek û dolabên AKP'ê û Erdogan ji aliyê tevahiya muxalefeta li Tirkiyeyê, bi dijwarî têne rexne kirin, êrîşên li dijî Medya Tirk û Kurd jî, destnîşan dikin ku  demokrasî li Tirkiyê nemaye û sîstema faşîzan ya 'yekparêz ya nasyonalîzma tirke' destpê kiriye.

Em bang li gelê Kurd dikin ku li dijî 'faşîzma nasyonalîzma tirk', di nava yekîtiyek rêxistinî de û di bin sîwana Xweseriya Demokratîk û rêveberiyên herêmî de, têkoşîna xwe  di asta herî dijwar de bikin û li hember êrîşan xwe biparêzin. 

Em bang li Kurdên derveyî welat jî dikin ku, li dijî faşîzma Erodgan bikevin nava tevger û raya giştî ya Ewropa di vê hêlê de şiyar bikin.

Em weke KNK'ê, car din bang li Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî li NATO dikin ku rê li ber faşîzma Erdogan û nasyonalîzma nû ya tirk bigirin û destûrê nedin ku  li bakurê Kurdistanê komkujiyan bikin. Ewropa û NATO, faşîzm mahkum kirine, Tirkiye endamê NATO ye, divê Ewropa û NATO desturê nedin faşîzma Erdogan. Faşîzma Erdogan, ligel çeteyên DAIŞê haraket dike  û ji bo tevahiya cîhanê û mirovahîyê metirsiya herî mezin e.

Bi vê munasebetê em carek din van êrîşên Dewleta Tirk û hevalbendên wan şermezar dikin. Kesên di êrîşa da şehîd ketî di şexiyeta wan de hemû şehîdên azadiyê bîr tînin û sersaxiyê ji Gelê Kurdistanê re dixwazin."