Endama Koordînasyona Komalên Ciwcan Ulkem bang li ciwanên Kurd kir û got, "Mîna berxwedana YPG û YPJ'ê ya li Rojava li dijî DAIŞ'ê hat meşandin, divê li Bakurê Kurdistanê jî heman berxwedan bê nîşandan."
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem, polîtîkaya şer a AKP'ê û êrîşên li hemberî gelê Kurd nirxand.
Ulkem di destpêka axaftina xwe e ciwanên SGDF'yî yên hatin qetilkirin û Gelhat Gever û Êrîş Tolhildan bibîr anî.
Ulkem da xuyakirin ku li hemberî konsepta êrîşan a di 24'ê Tîrmehê de destpê kir, ji bilî xweparastinê ti rêyeke din a gelê Kurdistanê nemabû û destnîşan kir, ku ciwanên Kurd bi awayekî xwezayî, xweparastin xistine rojeva xwe.
'DIVÊ TEVGERA CIWANAN DI NAVENDA XWERÊVEBERIYAN DE CIH BIGIRE'
Ulkem bal kişand ser xweseriya li herêmên Kurd bi giranî lê dijîn hat ragihandin û ev nirxandin kir: "Piştî êrîşên giran ên dijmin, refleksa xwerêveberiyê derketiye holê. Ev yek jî biryareke mafdar e. Tevî neparastina civakê dewlet bi xwe li hemberî civakê ket rewşeke xeteriyê û li cihê dewlet lê heye, êdî civak nikare bijî. Bi derengî be jî gelê Kurd xwe gihand vê biryarê. Pêwîste tevgera ciwanan di navenda van xwerêveberiyan de cih bigire. Ciwan wê rêveberiya xweser ava bike. Di rewşeke ku saziyên dewletê bersivê nedin pêwîstiyan de, ciwan wê van saziyan li ser bingeha xwe bi çi rengî birêxistin bikin? Bi komun, ocax û meclîsan re di rêbaza nû ya birêxistinkirinê de pêwîste di nava xwerêveberiyên bi perspektîfa xweseriya demokratîk de bi rêxistin bikin û sazîbûyîna xwe ava bikin."
'GIRÎNG E CIWAN HÎN BÊHTIR BI RÊXISTINÎ LI BER XWE BIDE'
Ulkem da xuyakirin ku her çend li hin herêman berxwedaneke parçeyî hebe jî, berxwedaneke bi fedaî tê nîşandan û got, "Ev berxwedana fedaî, ne berxwedaneke pasîf bû, ku dewlet li bendê bû. Gel bi ciwan, jin û zarokan re li ber xwe da. Lê belê li hin cihan ev berxwedan kêm û parçeryî ma. Ev jî tê vê wateyê; divê ciwan xwe hinekî din bi rêk û pêk bike. Eger dewleta Tirk bi hêza NATO êrîş dike, gel û ciwanên Kurd jî pêwîste bi rêxistinbûyîneke xurt, mîna berxwedana YPG û YPJ'ê ya li Rojava li dijî DAIŞ'ê hat meşandin, li Bakurê Kurdistanê li ber xwe bidin. Pêwîstî pê hebe dikare xwe bi vî rengî birêxistin bike. Îro bi pêşengiya YDG-H, YDG-K gelê Kurd li ber xwe dide. Lê belê ev hêz hînê jî hêzeke amator e û hînê rêxistinbûyîneke sivîl e. Di destê xwe de çekên zêde nîne. Dewlet dibêje çekên giran heye; lê tiştekî wiha nîne û ti kes jî nikare vê îspat bike. Dewlet çekên xwe yên giran datîne cem çekên ferdî û dibêje, 'YDG-H yan jî PKK'ê ev çek bi kar anîn'. Ev lîstikek dûrî rastiyê ye. YDG-H û YDG-K rêxistinbûyîneke sivîle ku bi temamî ji nava gel derketiye holê. Û parastina gel jî wezîfeya herî xwezayî ya vê tevgerê ye."
'DEWLET LI CIZÎRÊ ÇI VEDIŞÊRE?'
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem der barê polîtîkaya dewleta Tirk a ku nasnameya mirovên ji 24'ê Hezîranê û vir ve qetil kiriye weke "HPG'yî" dide naskirin de ragihand, ku ev polîtîka ya Serokwezîr û Serokkomar e. Ulkem bibîr xist ku li Serhedê du ciwanên li firinê hatin qetilkirin jî mîna HPG'yî hatin ragihandin û bal kişand ser van xalan:
"Bila tevahiya çapemeniya cîhanê biçe Cizîrê û bi xwe bibîne ku yên hatine kuştin HPG'yî ye yan jî gel bi xwe ye. Li Cizîrê operasyon hînê dewam dike. Girîng e hemû raya giştî û çapemenî biçin vê derê, lêkolînan bikin û rastiyan derxînin holê. Dewletê li Amedê 2 rojnamevanên biyanî girt. Sedemag irtina wan diyar e, ji ber ku di destê wan de materyalên li gorî dewletê divê neyên weşandin, hebûn. Ji bo ku van nîşanî raya giştî ya cîhanê nedin, ev rojnamevan li Amedê hatin binçavkirin. Di destê van rojnamevanan de agahî hebû ku yên hatine qetilkirin ne HPG'yî ne, ciwan û mirovên ji gelê sivîl in. Ji ber vê yekê ev hatin girtin. Dewlet çi ji gel vedişêre, bila aşkera bike. Dewlet çima destûra çûn û hatina li herêmên xwerêveberî lê hatine ragihandin, qedexe kiriye û çi ji gel vedişêre...Eger tiştekî wiha nîne, çima nahêle parlamenter jî biçin herêmê."
'BERDÊLA WÊ MIRIN JÎ DIVÊ CIWAN LI BER XWE BIDIN'
Ulkem bang li gelê Kurdistanê ku bi giştî tevlî berxwedana şoreşger bibe û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir:
"Ne tenê ciwanên li Botan û Serhedê,ü divê tevahiya ciwanên Kurdistanê bi yek dilî bikevin navat evgerê. Divê ciwan parastina gelê Kurdistanê bike. Ya yekemîn divê li dijî dagirkeran, li dijî dewleta Tirk gel biparêzin û nehêlin komkujiyeke bi tenê jî rû bide. Divê ciwanekî bi tenê jî neyê binçavkirin, neyê girtin û nekeve destê dijmin. Divê girtina ciwanekî neyê qebûlkirin. Girîng e ti Kurd nekeve zîndanên dijmin. Pêwîste ciwanên Kurd, berdêla wê mirin jî be, li ber xwe bidin. Di xeta hevalê Êrîş ê li Silopiyayê heta fîşeka dawî li hemberî dijmin li ber xwe da û şer kir, divê tevlîbûneke fedaî pêk were. Divê ciwan di vê demê de ruhê hevalên Êrîş û Gelhat esas bigirin. Îro ne tenê li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din jî têkoşîn tê meşandin. Ciwan her wiha divê berê xwe bidin çiyayên azadiyê."