Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê der barê çalakiyên li Colemêrgê de agahî da û got, "Encamên şerê li Geliyê Doskî yê li navçeya Colemêrg Geverê, ku di navbera artêşa T.C û hêzên me yên HPG û YJA Starê qewimî de, duh bi berfirehî ji raya giştî re hatibû ragihandin. Ji bo rakirina cenazeyên leşkeran ên li herêma di bin kontrola gerîlayên me de, Fermandariya HPG'ê ya Herêmê ragihand ku heyetek ji gel dikare cenazeyan rake û li ser vê yekê cenazeyên leşkeran radestî heyeta ji gel hatin kirin.
Gerîlayên me yên vê herêma şer kontrol dikin, çekeke A-4 û fîşekên wê û çekeke melez ên hatibûn derbkirin îmha kirin. Kontrola hêzên me yên gerîla li ser vê qada Geliyê Doskî dewam dike.
Her wiha ji sibeha 7'ê Îlonê saet 06:30 heta danê êvarê saet 17:00, balafirên şer bi desteka balafirên keşfê bombe li Geliyê Doskî û qada Bînbîr barandin. Gundê Gizê yê li vê herêmê jî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Gundiyan ji bo xwe ji bomberdûmanê rizgar bikin, gund vala kirine.
DERB LI SKORSKY HAT XISTIN
Roja 6'ê Îlonê danê nîvro saet di 14:30 de helîkoptereke Skorsky a ji Colemêrgê diçû Çelê, bûye hedefa gerîlayên me. Bi çekên giran û otomotîk li vê helîkoptera Skorsky a vedigeriya hat xistin û ji ber derbên lê ket, bi lez û bez herêm terikand.
Roja 7'ê Îlonê saet di navbera 10:30-11:30 de balafirên şer ên artêşa T.C, Girê Koloska yê ser bi qada Sumbul a navçeya Geverê bomberdûman kirin.
Di 8'ê Îlonê (îro) saet di 08:30 de, li hemberî qereqola Radyolog a li ser sînorê herêma Xakurkê çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
LI ŞEMZÎNANÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 7'ê Îlonê artêşa T.C li gundên Betkarê û Seraro yên li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi 150 leşkeran dest bi operasyonê kir. Gerîlayên me saet di 05:00 de bi leşkerên li ser girekî di navbera her du gundan de bi cih bûbûn hesiyan û li ser vê yekê li derdorê kemîn danîn. Li vê derê saet di 11:30 de leşkerên baskê yekemîn ê artêşa Tirk ketine kemîna hêzên me yên gerîla û hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî ji cihekî nêz derbên bi bandor li leşkeran dane. Di çalakiya li vê derê de bi giştî 9 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa T.C xwe ji herêmê vekişandiye û saet di 12:30 de bi 3 wesayîtên zirxî ji bo rakirina mirî û birîndarên xwe hatiye herêmê, gule li malên li gundê Seraro reşandiye û dûre mirî û birîndarên xwe rakiriye. Saet di 17:30 de artêşa T.C xwe vekişandiye navenda Şemzînanê. Di dema vekişînê de artêşa T.C bi hawanan Dola Şoreşger û gundê Mela bombe kiriye.
Roja 6'ê Îlonê saet di navbera 21:00-22:00 de li hemberî stasyoneke bazê ya li nêzî gundê Geman ê di navbera navçeya Colemêrg Çelê û qada Rindikê, çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û stasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin."
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hat dayîn:
"Sibeha 8'ê Îlonê saet di 05:40 de li dijî qereqola Xoşat a navçeya Wan Payîzavayê, hêzên me yên YJA Starê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin. Leşkerekî li ser çeka A-4 û leşkerekî din ê li vê herêmê bi çalakiya sûîqestê hatine kuştin.
Roja 7'ê Îlonê sae di 23:20 de stasyoneke bazê ya Turkcell û Avea ya li navbera gundên Katrak û Poşuya yên navçeya Mêrdîn Şemrexê ji aliyê gerîlayên me ve bi çeleke sabotajê hatiye îmhakirin.
Di 8'ê Îlonê saet di navbera 06:30-07:00 de qada Kato Hesen a li navçeya Sêrt Berwariyê, ji aliyê helîkopterên Kobra ve hat bombekirin. Ji ber vê bomberdûmanê şewata li herêmê derketiye dewam dike.
LI FARQÎNÊ DERB LI DU HELÎKOPTERÊN KOBRA HATIN XISTIN
Roja 7'ê Îlonê saet di 20:30 de, li ser rêya Farqîn û Êlihê hêzên me yên gerîla rê kontrol kirin, kontrola nasnameyê kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Danê êvarê saet di 21:30 de, 2 helîkopterên Kobra ji bo destwerdana li çalakiyê hatin. Hêzên me bi çekên giran li helîkopteran dan. Helîkopterên derb xwarin, herêm terikandin.
6'ê Îlonê saet di 21:30 de gerîlayên me bi çekên fermî li hemberî nizaniya Alaya li navenda Amedê çalakî pêk anîn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelakirin. Hat dîtin ku 2 ambûlansan mirî û birîndar ji herêmê rakirine.
Roja 7'ê Îlone saet di 15:30 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya li navenda navçeya Amed Hênê, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anîn û bi roketan mewziyeke polîsên tevgera taybet tê de bûn, tine kirin. Di vê çalakiyê de 1 polîsê tevgera taybet mir, 2 polîsên tevgera taybet jî birîndar bûn. 15 deqe piştî çalakiyê ambûlans û helîkopteran mirî û birîndarên xwe rakirin. Piştre leşkeran gule li derdora navçeya Hênê reşandin û ji ber vê gulereşandinê li derdorê şewat derket.
Ji 17'ê Tebaxê û vir ve jî rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pulur, di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ne."
LI AMEDÊ TEVGERA KONTRAYAN
HPG'ê her wiha bal kişand ser tevgera kontrayan a li Amedê û got, "Ev hefteyeke li gundê Hîndîn ê Egîlê, li gundê Şilbeytan ê Pîranê, li gundê Kînîr, Şomaşî û Koepan ên Erxeniyê û li gundên Çetînkaya û Yenîkoy ên Çermûgê, komek kontra ya 2 jê jin 6 kesan ku kincên gerîla li xwe kirine, di nava tevgerê de ne."