Polîsan li Cizîrê jinek qetil kirin

Li Cizîrê, hêzên dewletê ji wesayîta zirxî gule berdan dayika 7 zarokan Meryem Sume (53) a li ber mala xwe rûniştîbû û ew qetil kirin.

Polîsên Tirk ên dor li Taxa Yafesê ya navçeya Şirnex Cizîrê girtine, ji wesayîtên zirxî gule li taxê reşandin.

Di encama vê gulereşandina ji wesayîtên zirxî de, guleyek li zikê dayika 7 zarokan Meryem Sume (53) a li ber mala xwe rûniştîbû ket.

Ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans biçe taxê, Sume bi saetan bi birîndarî sekinî û ji ber xwîneke zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Meryem Sume hînê li hewşa mala xwe tê sekinandin.

Sume bû sivîlan 9. a ji 4'ê Îlonê û vir ve ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.