Farqînê heta serê sibehê li ber xwe da
Li dijî êrîşên hêzên dewletê yên li Farqînê, ciwanan li taxên Baglar û Ferîdûn heta sibehê li ber xwe dan.
Li dijî êrîşên hêzên dewletê yên li Farqînê, ciwanan li taxên Baglar û Ferîdûn heta sibehê li ber xwe dan.
Li taxên Ferîdûn û Baglarê yên navçeya Amed Farqînê, ciwanên ketin rewşa xweparastinê û li hin kolanan bend danîn, ji ber êrîşa polîsan li ber xwe dan û pevçûn derket.
Polîsan şevê din saet di 23.00'an de xwestin têkevin taxê. Ciwanan jî destûr nedan ku têkevin taxê û bend danîn. Polîsên ku xwestin taxê û rastî barîkatên ciwanan hatin ji saet 00.30'an dest bi êrîşê kir û heta saet 07.00'an êrîşên xwe berdewam kir. Polîsan bi çek, bombeyên gazê êrîş pêk anîn, ciwanan jî li dijî êrîşa polîsan heta serê sibehê di ber xwe dan.
Li taxa Baglarê jî ajokarê wesayîta ku plakeya wê nedihat xwendin hat binçavkirin û piştî demekê dîsa serbest hat berdan. Di bûyeran de hat zanîn ku polîsek jî birîndar bûye.