KCD-E li dijî faşîzma AKP'ê banga beşdariya çalakiyan kir

Hevserokatiya KCD-E got, "Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku xwedî li berxwedana gelê me ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derkeve û ji bo faşîzma AKP'ê di nava raya giştî ya cîhanê de teşhîr bike, tevlî çalakiyên demokratîk bibe."

Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku çeteyên faşîzan ên qesrê bi barbarî êrîş dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku çeteyên barbar ên faşîzma AKP'ê li Kobanê, AKP bi xwe di 7'ê Hezîranê de û çeteyên înfazê yên taybet ên qesrê li hemberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd têk çûn, faşîzma AKP'ê bi pêşengiya kujer Erdogan her roj ciwanan û pitikan înfaz dike."

KCD-E diyar kir ku faşîzma AKP'ê qîma xwe bi vê jî neaniye, li aliyekî hewl daye bi tank û topan dorê li Kurdistanê bigire, li aliyê din jî bi rêya çeteyên faşîst êrîşî avahiyên HDP'ê û kargehên Kurdan dike, dişewitîne û got, "Bi hevkariya polîsê AKP'ê, çeteyên faşîst avahiyên HDP'ê dişewitînin û di nav hewldanên komkujiya giştî de ne. Gelê me bi canê xwe, avahiyên HDP'ê û qadên lê dijîn diparêze. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku xwedî li berxwedana gelê me ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derkeve û ji bo faşîzma AKP'ê di nava raya giştî ya cîhanê de teşhîr bike, tevlî çalakiyên demokratîk bibe."