Li Cizîrê polîsan Kurdistaniyekî din qetil kirin

Polîsên Tirk ên gule li Taxa Yafes a Cizîrê reşandin, ciwanê bi navê Ozgur Taşkin qetil kirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, polîsên Tirk ên ji duh êvarê û vir ve bi çekên giran guleyan li Taxa Yafesê direşînin, danê sibehê saet di 05:00 de ciwanê bi navê Ozgur Taşkin (20) birîndar kirin. Tevî ku parlamenterên HDP'ê gelek caran bang li ambûlansê kirin jî, polîsan nehiştin ambûlans bikeve nava taxê. Taşkin saet di 08:30 de ji ber xwîn jê çû, jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 2 ciwanên navê wan nehat zanîn, ji ber guleyên polîsan birîndar bûne. Welatiyên birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane, hînê li cihê xwe tên sekinandin.