Muslim: Tirkiye ya wê bibe alîgirê DAIŞ'ê, ya jî yê Kurdan
Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir ku gotina 'avakirina herêma bi ewle' ya Tirkiyeyê dûrî rastiyê ye û got, "Eger tiştekî bi vî rengî pêk were, wê Tirkiye hemû cîhanê li hemberî xwe bibîne."
Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir ku gotina 'avakirina herêma bi ewle' ya Tirkiyeyê dûrî rastiyê ye û got, "Eger tiştekî bi vî rengî pêk were, wê Tirkiye hemû cîhanê li hemberî xwe bibîne."
Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir ku gotina 'avakirina herêma bi ewle' ya Tirkiyeyê dûrî rastiyê ye û got, "Eger tiştekî bi vî rengî pêk were, wê Tirkiye hemû cîhanê li hemberî xwe bibîne." Muslim anî ziman ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî DAIŞ'ê hînê ne zelal e û got, "Tirkiye ya wê bibe alîgirê Kurdan, ya jî yê DAIŞ'ê; ji bilî vê ti bijarke nîne."
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim rewşa dawî ya li Rojava, polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û hevdîtinên li Neteweyên Yekbûyî yên ji bo pêşeroja Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
"PLANA TIRKIYEYÊ WÊ BI SER NEKEVE"
Muslim anî ziman ku têkoşîna YPG, YPJ û hêzên bi wan re tevdigerin a li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike û bibîr xist ku li herêma Cerablûsê ya li rojavayê Firatê ye, ku Tirkiye weke "xeta sor" pênase kiriye, ji xwe rewşeke kaosê heye. Muslim got, "Tirkiye di dema dawî de behsa herêmeke li rojavayê Firatê dike. Li wê derê ji xwe rewşeke kaosê heye. Li wir gelek hêz hene. Tirkiye dixwaze ji vê rewşa tevlîhev sûdê werbigire û siyaseta xwe ya plan kiriye, bixe meriyetê. Lê belê ti ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê ji destpêkê ve bi cih nehatiye anîn û wê ti carî jî bi cih neyê."
"EGER WÊ HERÊMEKE EWLE WERE AVAKIRIN, EV KARÊ YPG'Ê YE"
Muslim da xuyakirin ku bijarkeyeke weke "avakirina herêmeke bi ewle ya bi pêşengiya Tirkiyeyê" ku ji aliyê rayedarên Tirk ve gelek caran tê bilêvkirin, di rojeva hêzen navneteweyî de nîne û destnîşan kir ku gotinên li ser vê mijarê tên bilêvkirin, dûrî ji rastiyan e. Muslim got, "Eger Tirkiye bikeve nava polîtîkayeke bi vî rengî, wê tevahiya cîhanê li hemberî xwe bibîne. Di demên dawî de behsa herêmeke ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin tê kirin. Ji xwe tevahiya herêma me ji DAIŞ'ê paqij bûye. Kobanê, Girê Spî; ev herêm ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin. Li vê herêmê ne DAIŞ heye ne jî hêzên rejîmê. Kontrola vê derê di destê YPG'ê û hêzên bi YPG'ê re tevdigere de ye. Eger wê herêmeke ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin bê avakirin, yekane hêza vê bike YPG ye. Ji xwe gelek herêm niha ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Haya hêzên navneteweyî ji vê heye."
"DU ALTERNATÎF LI PÊŞIYA TIRKIYEYÊ YE"
Muslim da zanîn ku li herêma jê re "avakirina herêma bi ewle" tê gotin, ji xwe têkoşîneke hêzên herêmî heye û got, "Hêzên li vir têdikoş in bi YPG'ê re di nava têkiliyê de ne. Çeyşûl Siwar (Artêşa Şoreşê) li vê herêmê bi bandor e. Ev bi YPG'ê re di nava têkiliyê de ye. Eger bi rastî jî polîtîkayeke Tirkiyeyê ya cuda li ser vê herêmê tinebe, wê demê wê hebûna van hêzan qebûl bike û bi pêşengiya van hêzan re bi dîtina hebûna gelên li wê derê, bixwaze herêmeke ewle were avakirin. Tevgereke Tirkiyeyê ya ji bo berjewendiyên xwe li hemberî vê herêmê bike, em ê weke tevgerek li dijî DAIŞ'ê nebînin. Em ê li dij derkevin. Tirkiyeyê heta niha helwesta xwe ya li hemberî DAIŞ'ê zelal nekiriye. Dixwaze li dijî DAIŞ'ê şer bike yan na? Ev ne zelal e. Hêzên navneteweyî jî bi vê dizanin. Di rewşa heyî de şenseke din a Tirkiyeyê nîne; ya wê alîgirê Kurdan be, ya jî wê yê DAIŞ'ê be. Bijarkeke din nîne."
"DI HEVDÎTINÊN NAVNETEWEYÎ DE MODELA ROJAVA TÊ NÎQAŞKIRIN"
Muslim diyar kir ku PYD destekê dide plana Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Steffan de Mîstûra ya li ser pêşeroja Sûriyeyê û destnîşan kir ku ev plana hatiye amadekirin yekemcar e destekeke cidî dibîne, Rûsya û DYA jî destekê didin vê planê. Muslim da zanîn ku weke komên din ên mûxalefetê ew jî gelek caran bi Mîstûra re hevdîtinê dikin û anî ziman ku plana bi pêşengiya wî ve tê amadekirin, dibe ku di nava vê mehê de bi encam bibe.
Muslim da xuyakirin ku di hevdîtinên dîplomatîk de wateya modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelekî tê nîqaşkirin û got, "Rastî derdikeve holê ku ji bilî Kurdan plana ti kesî ji bo pêşeroja Sûriyeyê nîne. Baştir tê fêmkirin ku sîstema li Rojava nayê wateya qutbûna ji Sûriyeyê, berevajî di ser Sûrieyyê re ji bo Rojhilata Navîn pêşerojekê destnîşan dike. Her kes bi baldarî vê sîstemê pêşwazî dike û dibînin ku modeleke bi vî rengî yekemcar dikare bê avakirin. Nîqaşên avabûna sîstemek bi vî rengî tên meşandin."
"TIRKIYE Û ÎRAN DIJMINATIYA LI KURDAN DIKIN"
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ragihand ku yên naxwazin hêza xwe ya berê ya li Sûriyeyê winda bikin li dijî hebûna wan a li herêmê antî propagandayê dimeşînin û got, "Li gel vê yekê, ji aliyê Tirkiye û Îranê ve bi awayekî vekirî dijminatiya li Kurdan tê kirin. Tevî hemû hewldanên reşkirinê ya van hêzan, sîstema li Rojava tê avakirin ji aliyê Ewropa û hêzên navneteweyî ve, baştir tê fêmkirin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê tê çi wateyê."