ÎHD’ê rapora Cizîrê aşkera kir
Heyeta parêzvanên mafên mirovan ku xwestin biçin Cizîrê û nekarîbûn biçin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamê Desteya Rêveberiyê ya TÎHV’ê Coşkun Ustercî diyar kir ku heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin kuştin.
Heyeta parêzvanên mafên mirovan ku xwestin biçin Cizîrê û nekarîbûn biçin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamê Desteya Rêveberiyê ya TÎHV’ê Coşkun Ustercî diyar kir ku heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin kuştin.
Heyeta parêzvanên mafên mirovan ku xwestin biçin Cizîrê û nekarîbûn biçin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamê Desteya Rêveberiyê ya TÎHV’ê Coşkun Ustercî diyar kir ku heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin kuştin.
Piştî Walîtiyê Şirnexê der barê Cizîrê de biryara qedexeya derketina kolanan da, Cizîr 5 roj in di bin tecrîda dewletê de ye. 5 rojin polîs, tîmên taybet bi şev û roj li ser gelê Cizîrê guleyan dibarînin û heta niha 10 welatî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin. Heyeta parêzvanên mafên mirovan ku ji Hevseroka MHD’ê Gulşen Ozbek, endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Ustercî, Nûnerê Rojhilat û Başurêrojhilat ê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û endamê Abdulsselam Înceorne û Abdulkadîr Guner, Serokê Şaxa Mazlum-Der’ê Alî Îhsan Gultekîn û Endama Rêveberiya Şaxa TÎHV’ê ya Amedê Nesrîn Aslantaş dihatin çûn Cizîrê lêkolîn bikin. Lê ji ber ku heyet nekaribû biçe Cizîrê, civîna çapemeniyê pêk anîn. Heyetê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî da û çavdêriyên xwe parve kirin.
‘10 KES LI CIZÎRÊ HATINE QETILKIRIN’
Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Ustercî daxuyanî da û êrîşên faşîstan ên rojêN dawî li hember gelê Kurd û HDP’ê pêk hatin şermezar kir. Ustercî, anî ziman ku ev êrîş binpêkirina mafê mirovanin û bêdengiya hêzên parastinê jî mafê mirovan xistine bin piyan. Ustercî xwest hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn.
Ustercî, destnîşan kir ku di 6 rojan de li Cizîrê hemû kolan hatiye qedexekirin û di êrîşan de 10 welatî hatine qetilkirin. Ustercî, daxuyand ku welatiyên Cizîrê 6 rojin nikarin pêdiviyên xwe yên av, xwarin, tenduristî û hemû pêdiviyên jiyanê temîn bikin û wiha got: "Bi taybetî zarok bi tehlûkeyên mezin re rû bi rû ne. Welatiyên birîndar bûn nikarin biçin nexweşxaneyê û ji ber nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Heta niha 10 kesên sivîl hatine qetilkirin.”
Ustercî, anî ziman ku astengkirina heyeta mafên mirovan bi ti awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Li gorî me ji derve dît, mafê mirovan li Cizîrê tê binpêkirin. Kujer û berpirsiyar vê rastiyê vedişêrin û naxwazin ev rastî bê dîtin. Divê berpirsyar bersiv bidin. Em bang li raya giştî dikin ku rewşa Cizîrê bişopînin."
Hevseroka MHD’ê Gulşen Ozbek jî destnîşan kir ku Cizîr di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Wesayîtên xwarinê dibin bajêr jî tên astengkirin.”
Civîn, piştî axaftinan bi dawî bû.