HPG: Em ê tawîz ji nêzîkatiyên însanî nedin
HPG’ê diyar kir ku li hember êrîşan wê ji nêzîkatiya însanî tawîz nedin.
HPG’ê diyar kir ku li hember êrîşan wê ji nêzîkatiya însanî tawîz nedin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Her çiqasî li hember êrîşên li ser esasê uslub û talîmata êrîşkar a AKP’ê ya daîmî dibe, em ketine pêvajoyeke ku têkoşîna parastinê pêş ketiye jî, em ê nêzîkatiya xwe ya însanî timî muhafaza bikin. Wek nîşaneya wê jî me duh cenazeyên leşkeran ên li qadên me mabûn me dan sivîlan. Pêwîst e ev di heman demê de weke peyamekê jî bê fêm kirin. Di heman wextî de ku me 20 memûrên gumrikê jî berdan tê vê wateyê. Têkoşîna me wek têkoşîna azadî û demokrasiyê dibîne, em diyar dikin ku wê timî bala me li ser vê rastiyê be.”