KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevserokên HDP, KCD, DBP, wezîr û wekîl ber bi Cizîre ve dimeşin
Hevserokên HDP, KCD, DBP, wezîr û parlamenter ber bi Cizîrê ve diçin. Heyet wê rêya 27 kîlometreyan bi peyatî bimeşe. -
Li Bruksel û Darmstadtê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Elmanya Darmstadtê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. -
Êrîşên li dijî HDP'ê li Elmanyayê bi girseyî hatin protestokirin
Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Koln, Freîbûrg, Dresden, Hîldesheîm, Essen, Bonn û Kasselê, bi hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman xwedî li berxwedana Cizîra Botan derketin. -
Ok: Artêşa Tirk di bejahiyê de nikare operasyonê bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku di aliyê ruhî, psîkolojîk, siyasî heta leşkerî de însiyatîf di destê gerîlayên HPG’ê de ye û artêşa Tirk di bejahiyê de nikare operasyonê bike. -
Polîsan hewl dan bikevin taxa xweparastin lê tê kirin
Li navçeya Farqînê polîsan xwestin bendên parastina gel bişkînin û têkevin Taxa Ferîdûn. Gelê taxê jî bersiv da polîs û tîmên taybet û şer derket. Li taxê şerê dijwar didome. -
Li Silopiyayê 10 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Silopiya Şirnexê xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê Emîne Aksoy û 9 welatiyên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. -
Bi hezaran kes gihiştin Hezexê
Girseya ji gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Cizîrê ve kat rê, gihişt navçeya Hezexê ya Şirnexê. -
Êrîşên li hember gelê Kurd û HDP’ê li gelek navendan hat protestokirin
Gel êrîşên li hemberî Kurdan û avahiyên HDP'ê pêk hatin, li Wan, Enqere û Meletiyê bi girseyî şermezar kir. Girseyê di çalakiyan de xwest demek berî demekê şer bi dawî bibe û muzakere pêk bên. -
Polîsan li Cizîrê jinek birîndar kirin
Polîs û tîmên taybet, li Cizîrê bi çekan êrîşî welatiyan dikin. Polîs û tîmên taybet, li Taxa Nûrê ya Cizîrê Mulkiye Taşkîn birîndar kir. -
Çalakiyên bi bandor ên gerîlayan didomin
HPG’ê diyar kir ku li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakiyên gerîlayan didomin. Di çalakiya gerîlayên HPG’ê de li gor ên hatine tespîtkirin 6 leşker hatine kuştin, leşkerek birîndar bûye. Her wiha 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. -
Meşa Cizîrê tevî astengiyên jî didome
Bi hezaran welatiyên ji bo piştgiriya Cizîrê diherikin Cizîrê rastî astengiyên leşkeran tên. Leşkerên nikarin meşa hezaran asteng bikin xendekan dikolin. -
Gerîlayan serkomîserê digot, 'Dewletê çi ji we kiriye ulen’ binçav kirin - HAT NÛKIRIN
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Serkomîserê Tevgera Taybet Ersîn Demîrel ê yekeya ku 9 ‘ê Tebaxê bi operasyoneke taybet, li şantiyeyê gel li erdê dirêj kir berpirsyar û axaftina têkildar kir, girtine. -
Demîrtaş û bi hezaran welatî ber bi Cizîrê ve dimeşin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi tevlîbûna hezaran bendên polîs û leşkeran yek bi yek derbas dikin û dimeşin Cizîrê. -
HDP'yî gihiştin bajaroka Erbanê
HDP’yiyên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê, bi meş gihiştin bajaroka Erbanê. -
Ji bejahî û hewayî bomberdûman
Bomberdûmana bejahî û hewayî ya artêşa Tirk a li hember herêmên gerîlayan didome. -
HPG: Li Îdirê 3 serkomîser, 45 polîsên hêzên taybet hatin kuştin - HAT NÛKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya sabotajê ya ji aliyê tîmên Şehîd Ozer û Şehîd Mûnzûr ve hat lidarxistin 3 jê serkomîser 45 polîsên tîmen taybet hatin kuştin. -
Balafirên şer Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin. -
HPG: Li Geliyê Doskî 2 hevrêyên me şehîd ketin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Geliyê Doskî jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Li Fransa û Elmanya gel derdikeve qadan
Êrîşên nîjadperest ên li Tirkiyeyê li hember Kurdan wê li Fransa bên protestokirin. Di çalakiyan de wê biryara xwerêveberiyan jî bê silavkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê jî wê îro meşek bê lidarxistin. -
DÎHA cara 14. hat astengkirin
Malperên DÎHA'yê ku heta niha 13 caran ji hêla Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ve hat girtin, careke din hat girtin. TÎB 14 car in DÎHA'yê sansur dike. -
Ciwanên Kurd li Elmanyayê tecrîd û komkujî şermezar kirin
Ciwanên Kurd li bajarên Elmanya Bonn û Stûttgartê, tecrîda li ser Ocalan û komkujî şermezar kirin. Ciwanan xwerêveberiya gel jî silav kirin. -
Ji KCD’ê banga pêşxistina têkoşînê
KCD’ê diyar kir ku polîtîkayên şer ên AKP’ê HDP, Kurd û pêşeroja gelan tehdîd dike. KCD’ê banga pêşxistina berxwedanê kir. -
Demîrtaş: Nabe em gelê Cizîrê di nava lepê mirinê de bihêlin, em dimeşin
Destûr ji nûnerên gel re nayê dayîn ku bikevin nava Cizîrê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Bi Wezîran, bi parlamenteran û hilbijartiyên gel re em diçin Cizîrê. Nabe em gelê Cizîrê di nava lepê mirinê de bihêlin." -
"Ocalan garantiya aştiyê ye, nebin hevparê dîlgirtina aştiyê"
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Ocalan li ber PE hat destpêkirin dewam dike. Di hevdîtinên bi heyetên PE û CPT re hat gotin, "Ocalan garantiya aştiyê ye, nebin hevparê dîlgirtina aştiyê û destekê nedin şer." -
Girtiyên PKK û PAJK'î: Em berxwedana gel silav dikin
Girtiyên PKK û PAJK'î yên di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin. Girtiyan bang li AKP'ê kirin ku polîtîkaya înkar û tinekirinê biterikîne û xwestin xweseriya demokratîk bi her awayî were parastin.