Li Fransa û Elmanya gel derdikeve qadan
Êrîşên nîjadperest ên li Tirkiyeyê li hember Kurdan wê li Fransa bên protestokirin. Di çalakiyan de wê biryara xwerêveberiyan jî bê silavkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê jî wê îro meşek bê lidarxistin.
Êrîşên nîjadperest ên li Tirkiyeyê li hember Kurdan wê li Fransa bên protestokirin. Di çalakiyan de wê biryara xwerêveberiyan jî bê silavkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê jî wê îro meşek bê lidarxistin.
Koordînasyona HDP’ê ya Başûrê Fransa, bi armanca şermezarkirina êrîşên nîjadperest ên li Tirkiyeyê û ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiya gel banga derketina qadan kirin.
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di daxuyaniya koordînasyonê de wiha hat gotin: "Dewleta AKP’ê ji 7’ê Hezîranê ve bi konsepteke êrîşê ya topyekûn û sîstematîk, li hember tevayî nirx, can û malê gel êrîşeke faşîzan pêk anî. Bila zîhniyeta AKP’ê ya faşîst vê baş zanibe, gelê me û partiya me HDP li ti derê ne bi tenê ye. Ji bo em van êrîşên faşîst protesto bikin û gelê me yê li hember êrîşan li her derê xweparastina xwe pêş dixin silav bikin em bang li gelê xwe yê li Fransaya Başûr dijîn dikin ku tevlî çalakiyên me yên demokratîk bibin.”
CIH Û SAETÊN ÇALAKIYAN
Marsîlya:
Îro, saet 18:30'an ji Qada Canebière ber bi Vieux-portê meş
Bordeaûx:
Roja Înê saet 18.00'an ji Place de la Boûrse li ber sefaretxaneya Tirk meş
Toûloûse:
Roja Înê saet 18.00’an li Place du Capîtole mîtîng
Her wiha, li bajarê Cannes çalakiya rûniştinê ya rojekê tê plankirin, wê li Montpellîer û Lyon jî çalakî pêk bên.
LI BERLÎNÊ MEŞ
Derveyî van çalakiyan, îro saet 18.00’an li paytexta Elmanya Berlînê li Hermannplatzê wê meşek pêk were.