Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Serkomîserê Tevgera Taybet Ersîn Demîrel ê yekeya ku 9 ‘ê Tebaxê bi operasyoneke taybet, li şantiyeyê gel li erdê dirêj kir berpirsyar û axaftina têkildar kir, girtine.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG)’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Em dixwazin destpêkê diyar bikin ku her kesê li hember gelê Kurd zilmê bike wê hesab bide. Di vê çarçoveyê de ji her pêkanînên derveyî mirovatiyê yên li hember gelê me û tevayî mazlûman deynê stûyê hêzên HPG’ê ye ku hesab bipirse.
Wek egera vê wezîfeyê; ji bo ji tevayî rayedarên dewletê û şefên polîsan ên niha li Kurdistanê di bin navê tevgera taybet de xwe kirine muhafizên qesrê û pêkanînên nîjadperest-faşîst dikin, gerîlayên me Serkomîserê Tevgera Taybet Ersîn Demîrel ê yekeya ku 9 ‘ê Tebaxê bi operasyoneke taybet, li şantiyeyê gel li erdê dirêj kir berpirsyar û axaftina têkildar girtine. Der barê Ersîn Demîrel ê piştî hat girtin, hêzên me ew anîn herêmên gerîlayan li gor çarçoveya hiqûqa me karûbarên qanûnî li hember vî hatine kirin. Li hember wî ti hewldaneke zorê nehatiye kirin û niha tenduristiya wî baş e.
Li vir a divê her kes bizane ev e ku, ne hêza Tirk a jî Kurd e, li hember îradeya azad tevayî kelehên zilmê mehkûmê hilweşînê ne. Ya esasî hêza bûyîna însan û şoreşa azadiyê ye. Pêwîst e her kes vî hesabî bigire dîqetê. Hêza şoreşger a gelan, ji hêza tevayî pergalên zorbekar mezintir e. Lewma pêwîst e ti kes li hember îradeya şoreşa gelan û hêza wê nekeve nav hewldanên heqaretwarî û sûc neke. Pêwîst e her kes zanibe ku zû yan jî dereng lê mutleq wê hesabê tevayî pêkanînên heqaretê li rûmeta mirovatiyê dikin hesab bê pirsîn.
Di navbera 3-7’ê Îlonê de li hember qadên ku 4 sal in di kontrola gerîlayan de ye û hatiye rizgarkirin, artêşa Tirk xwestiye mudaxeleyekê bike. Di encama wê de artêşa Tirk a windahiyên zêde da hatiye paşdexistin. 16 cenazeyên leşkeran li ser esasê destûra fermandariya me ya herêmê bi rêya gelê me yê sivîl ji hêzên dewletê re hatine şandin. Lê li qadên cuda yên herêmê cenazeyê sûbayekî bi navê Tolga Artûk hê di kontrola gerîlayan de ye. Eger şert û merc dest bidin, dema wext hat tê difikirîn cenaze radestî malbatê bê kirin.
Helwesta dewleta Tirk a li ser navê “xirûra dewletê” ku wek tarzekî kevneşopî qîmet nade mirovên xwe û li wan xwedî dernakeve, li vir careke din dubare kiriye. Hem li cenazeyê Tolga Artûk û Serkomîser Ersîn Demîrel ê ji 19’ê Tebaxê ve di destê hêzên gerîlayên me de ye nîşaneya aşkera ye.”