Destûr ji nûnerên gel re nayê dayîn ku bikevin nava Cizîrê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Bi Wezîran, bi parlamenteran û hilbijartiyên gel re em diçin Cizîrê. Nabe em gelê Cizîrê di nava lepê mirinê de bihêlin." HDP'yî bi peyatî ber bi Cizîrê ve dimeşin.
Di encama hevdîtinên bi hêzên dewleta Tirk re hat ragihandin ku wê destûr ji HDP'yiyan re neyê dayîn ji bo biçin Cizîrê. Li ser vê yekê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş peyivî û got, "Di çarçoveya biryara ji aliyê Serokwezîrê têkçûyî ve hatiye dayîn, 90 kîlometre beriya em bigihêjin Cizîrê pêşî li me hat birîn û destûr nayê dayîn ku em ji Mêrdînê jî derkevin. Halbûkî bi biryara vî Serokwezîrê têkçûyî re li Cizîrê derketina derve hatiye qedexekirin. Lê çima li vê derê pêşî li me tê girtin. Bi wezîran re, bi parlamenteran re, bi hilbijartiyan re em berê xwe didin Cizîrê. Nabe ku em gelê Cizîrê di nava lepê mirinê de bihêlin."
Piştî daxuyaniyê HDP'yiyan dest bi meşê kirin, bendên polîs û leşkerên Tirk derbas kirin û niha ber bi Cizîrê ve dimeşin.