Ciwanên Kurd li Elmanyayê tecrîd û komkujî şermezar kirin
Ciwanên Kurd li bajarên Elmanya Bonn û Stûttgartê, tecrîda li ser Ocalan û komkujî şermezar kirin. Ciwanan xwerêveberiya gel jî silav kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 9 rezberê 2015, 14:26
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dema dawî yên faşîstan, li bajarê Stûttgartê çalakiyek lidar xistin. Ciwanan li dîwarê kolanên bi giranî faşîst lê dijîn nivîsên "Tolhildan", "Bijî PKK" nivîsandin û peyama "Divê were zanîn ku Kurd û ciwanên Apoyî li her derê ne" dan.
BONN
Bi heman armancê endamên Ciwanên Azad li navenda Bonnê civiyan.
Ciwanan pankartek ji 5 metreyan daliqandin, tecrîd û komkujî şermezar kirin û xwerêveberî silav kirin.
Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê çalakiyên xwe bi şêweyên cuda li her devera Ewropayê bidomînin.