Li Bruksel û Darmstadtê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Elmanya Darmstadtê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Elmanya Darmstadtê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan duh saet di 14:00 de li ber Parlamenta Ewropayê bi daxwaza azadiya Ocalan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiya ku di çarçoveya kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' de hat lidarxistin, endama Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan Sûltan Ograş axivî.

Ograş got, "Azadiya Rêberê me azadiya gelê Kurd, azadiya jinan e. Em ê li hemberî komkujiyên dewleta AKP û Tirk li Kurdistanê dike, bêdeng nemînin. Di serî de jin wê tevahiya gelê Kurd xwedî li xwerêveberiyên xwe derkeve, berxwedanê bilind bike û tevahiya Kurdistanê veguherîne qada serhildanê. Em ê jî bi çalakiyê xwe re nîşan bidin ku gelê me ne bi tenê ye."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Kujer Erdogan, kujer AKP" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn.

DARMSTADT

Li Darmstadtê jî di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dayê de, bi sedan kes li meydana Lûsîsenplatzê civiyan.

Girseya gel komkujiyên li Cizîrê û êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kir. Di çalakiyê de pêkanînên kêfî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin teşhîrkirin. Çalakiya ku saet di 18:30 de destpê kir, saetekê dewam kir û bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...