Gel êrîşên li hemberî Kurdan û avahiyên HDP'ê pêk hatin, li Wan, Enqere û Meletiyê bi girseyî şermezar kir. Girseyê di çalakiyan de xwest demek berî demekê şer bi dawî bibe û muzakere pêk bên.
WAN
Rêxistina HDP'ê ya Wanê, li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da û êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê pêk hatin şermezar kir. Di daxuyaniyê de wekîlên HDP'ê Lezgin Botan û Tugba Hezer û gelek saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê komê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysi Dilekçî daxuyanî da û êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê pêk hatin şermezar kir.
ENQERE
Sendîkayên KESK û SES'ê jî li dijî êrîşên li ser avahiyên HDP'ê daxuyaniya nivîskî dan û êrîş şermezar kir. SES'ê jî bi heman armancê daxuyanî da û êrîş şermezar kir.
MELETÎ
Rêxistina HDP'ê ya Meletî jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Hasan Şahîn, daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku di serî de li Meletiyê û gelek bajarên Tirkiyeyê avahiyên HDP'ê rastî êrîşê hatin. Şahîn, êrîş şermezar kir.
DÊRSIM
Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê jî êrişên li dijî avahiya HDP'ê bi meşekê şermezar kir. Endam û rêveberên HDP'ê yên li kolana Hunerê kom bûn heta Qada Seyid Riza meşiyan. Di meşê de Wekîlê HDP'ê yê Dêrsimê Alican Onlu, Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Ali Bul, endam û rêveberên HDP, DBP, ESP, Partizan, EMEK û DHF'ê amade bûn.
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.