DÎHA cara 14. hat astengkirin
Malperên DÎHA'yê ku heta niha 13 caran ji hêla Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ve hat girtin, careke din hat girtin. TÎB 14 car in DÎHA'yê sansur dike.

Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Tayyip Erdogan piştî 7'ê Hezîranê li dijî gelê Kurdistanê şerê taybet dide meşandin. Bi şerê taybet a ji hêla AKP'ê ve hatiye destpêkirin re qedexekirina çapemeniya azad jî destpê kir. Li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Karê Ewlehiyê ya Serokwezîriyê ve ji hêla TÎB'e ve malperên DÎHA'yê tên girtin. TÎB'ê ku heta niha 13 caran malperên DÎHA'yê sansur kir, careke din malper sansur kir. TÎB heta niha 14 carin DÎHA'yê sansur dike.
Her çend rêxistinên çapemeniya cîhanê EFJ û IFJ'ê bang li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir û ajansa DÎHA serî li dadgehê da jî heta niha zext û sansura li ser ajansê berdewam dike. TÎB'ê di nava hefteyekê de gelek caran malper sansur kir. DÎHA ji 24'ê Tîrmehê heta niha 13 malperên înternetê sansur kir.
Edîtora DÎHA'yê Pinar Ural, bertek nîşanî girtinê da û diyar kir ku li gel hemû zextan wê qet ji rastiyan tawîz nedin û her dem di şopa heqîqetê de bin. Ural, bang li saziyên navneteweyî kir û xwest li DÎHA'yê xwedî derkevin.