Ji KCD’ê banga pêşxistina têkoşînê

KCD’ê diyar kir ku polîtîkayên şer ên AKP’ê HDP, Kurd û pêşeroja gelan tehdîd dike. KCD’ê banga pêşxistina berxwedanê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê têkildarî êrîşên li hember HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCD’ê got: "Pêvajoya em tê re derbas dibin, ji bo gelên me ber bi nuqteyeke krîtîk ve diçe. Çi çêbû ku ji merheleyeke ku heta berî niha bi 4 mehan hemû beşan digotin em nêzî aştiyê ne, me îro xwe di nav atmosfereke şer a îro li her çar aliyê welatê me belav bûye û her diçe kûr dibe de dît.” Daxuyanî wiha didome:

'KURD DI BIN TEHDÎDÊ DE NE!'

Îro her çar aliyê welatê me veguheriye deryaya xwînê. Bûyerên mirinê yên êdî em di şopandina hejmarên wan de zehmetiyan dikişînın, êrîşên nîjadperest yên li hember gelê me û saziyên me gihiştine asteke ku xeyalên pêkve jiyana gelên me bi awayekî cidî tehdîd dikin.”

'MEHKÛMÎ MIRINÊ HATIN KIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cizîr, Silopiya, Gever û gelek navçeyên din ji aliyê leşker û polîsan ve hatine dorpêçkirin û hat gotin, "Ji ber êrîşa segvanan, bi dehan zarok û sivîl hatin qetilkirin. Tevî qutkirina elektrîk û ava li ser navçeyê, bi astengkirina madeyên xwarinê re, gelê li navçeyê bi tî û birçîbûnê re rû bi rû hat hiştin, bi astengkirina xizmetên tedawiyê re jî nexweş mehkûmî mirinê hatin kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li welêt rewşeke awarte heye, sîstema rêveberiyeke faşîzan di meriyetê de ye û hat gotin, "Em van pêkanînên faşîst-mêtîngerî, êrîş û hewldanên lînçê yên nîjadperestî yên li hemberî gelê me bi tundî şermezar dikin."

'GIRÎNG E BERXWEDAN DI ASTA HERÎ BILIND DE BE'

Di daxuyaniya KCD'ê de ev bang li gelan hat kirin:

"Gelên me, ji bo pûçkirina polîtîkayên zext û tinekirinê neçar e, hevgirtin, rêxistinbûyîn û berxwedana xwe ya demokratîk di asta herî bilind de bixin meriyetê. Ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û jiyana bi hev re ya gelên me, ev yek gelekî girîng e.

Em bang li gelên xwe, hêzên demokratîk û civaka navneteweyî dikin, ku li dijî pêkanînên nîjadperest ên li dijî mirovahiyê, li hemberî êrîşên nîjadperest-faşîst ên ji bo tinekirina Kurdan tên meşandin, bi ruhê biratiyê tevbigerin û piştgiriyê bidin gelê me."