Ok: Artêşa Tirk di bejahiyê de nikare operasyonê bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku di aliyê ruhî, psîkolojîk, siyasî heta leşkerî de însiyatîf di destê gerîlayên HPG’ê de ye û artêşa Tirk di bejahiyê de nikare operasyonê bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku di aliyê ruhî, psîkolojîk, siyasî heta aliyê leşkerî de însiyatîf di destê gerîlayên HPG’ê de ye û wiha got: “Piraniya kontrola riyan di destê gerîla de ne. Artêşa Tirk di bejahiyê de nikare operasyonê bike.” Ok, ji bo berxwedana gelê kurd a li dijî terora dewletê jî wiha got: “Gelê me hemû rîsk û bedel dane berçavan, bi fedekarî, bi qehremanî li ser piyan e. Ev tekoşîn, ev berxwedan rûmet e, pîroz e. Tenê em bêjin li Serhedê tenê li Botanê nemîne. Li Amed, li Dêrsîm, li çar parçeyên Kurdistanê, taybet li her derê, li hemû qadên bakurê Kurdistanê miletê me rabe ser piyan. Xweseriya Cizîrê û Botanê weke xweseriya xwe qebûl bike. Berxwedana Cizîr û Botanê weke berxwedana xwe qebûl bike. Ew zext, komkujî û operasyonên li ser gel tê kirin, weke pêkanînên li ser xwe hatiye kirin bihesibîne û li ber xwe bide. Hewl bide, dengê xwe, têkoşîna xwe, serhildan û berxwedana bilind bike û pêş bixe.” 

Ok, li ser performansa gerîla jî wiha got: “Yanî heta niha gerîla kêmek hewl da hûn dibînin rewşa dewleta Tirkiyeyê, artêşa wan û polîsê wan ket çi halî, li ber çavan e. Esas performansa xwe bixe pratîkê ew ê çawa be bila ew bifikirin. Eger êrîş berdewam bikin ew ê hîn baştir û xurtir hîn pir alî bikaribe bibe bersiv.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV der barê îlankirina xweseriya demokratîk, berxwedana gelê kurd, ji niha ve rewş ber bi ku ve diçe, çalakiyên gerîlayan û gelek mijarên din nêrînên xwe parve kir. Ok, pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim wiha bersivand.

AKP’ê li dijî gelê kurd şerekî topyekûn xistiye dewreyê. Bi her awayî êrîş dike. Li beranberî vê rewşê gelê kurd jî ji bo xwe bi rêve bibe xweseriya demokratîk îlan kiriye. Lê gelek kes dibêjin xweseriya demokratîk ji ku derket, ne dema wê bû. Hûn vê nêrînê çawa dinirxînin?

Bêguman ev nêrîn ne di cih de ye û ne rast e. Zû, dereng em bidin aliyekî ya muhîm xweseriye demokratîk mafê gelê kurd e yan na? Em li Rojhilata Navîn mêze dikin, li hemû cîhanê mêze dikin, îro tu gelê weke gelê kurd ku 40 milyon di sedsala 21’emîn û sala 2015’an de bê nasname û bê statu nîne. Gelê kurd ne zû ne jî dereng dest bi îlankirina xweseriya demokratîk kiriye. Esas dereng maye. Ne karê bi salan e, esas bi sedsalan dereng maye. Mafê gelê kurd e beriya her tiştî. Qedera xwe li ser azadî û mafên xwe tayînkirin, îlankirin, jiyana xwe li gorî vê rêxistinkirin. Eger gelê kurd bi sedsalan beriya vê xwedî rêxistin bûya, xwedî rêveber bûya, weke gelê cîhanê bikarîbûya xweseriya xwe îlan bikira, azadiya xwe bijiya mafê wî ye, ew ê bikira. Lê çima ku dagirkerî ji çar aliyan ve Kurdistan dorpêç kir, mafê gelê kurd û hebûna gelê kurd, nasnameya gelê kurd û Kurdistanê tu caran qebûl nekir, her tim bi şêwazekî hovane û bi zihniyeteke dagirkerî çû ser gelê kurd. Heta niha encamê vê nebû û nikarîbûn îlan bikin. PKK 40 sal in di nav têkoşînekê de ye, di aliyê zihnî û ruhî de di nav şoreşekê de ye. Taybet şoreşa jin, bi giştî gelê me hişyar bû, zana bû, xwe bi rêxistin kir, dît û bawer kir ku xweserî mafê gelê kurd e. Hewl da, têkoşîna wê dide û îro jî îlan dike xweseriya demokratîk. Çima îro? Esas xweseriya demokratîk yan jî kurd ew ê çawa xwedî statu bin? 

JI BO STATUYÊ DU RÊ Û RÊBAZ HENE

Du rê û rêbazên wê hene. Yek, birastî bi dewleta Tirkiyeyê re bê nîqaşkirin û bi muzakere bê çareserkirin. Du, eger dewleta Tirkiyeyê bi şêwazekî aştiyane û muzakere vê pirsgirêkê çareser neke, gelê kurd vê carê bi îradeya xwe, bi têkoşîna xwe statuya xwe diyar bike. Ev tiştekî meşrû ye, mafdar e û heqê gelê kurd e. Serokatiya me û hereketa me hewl da heta niha şens da dewleta Tirkiyeyê. Ne carekê, du caran, çar caran li gorî ez dizanim neh caran agirbest îlan kir. Proje û nexşerêyên pir maqûl pêşkêş kir. Esas her kesî maqûl dît û rast bû jî. Îro di cîhanê de taybet li Rojhilata Navîn jî netewe dewlet dibe sedema şerê gelan, şerê olan, şerê çandan. Esas PKK, hereketa me û nêzîkatiya Serokatiya me ji bo gelê Tirkiyeyê heta dewleta Tirkiyeyê û mirovahiyê şensek e. Ew zihniyeta netewe dewlet dide aliyekî hemû gel, civak bi hev re weke demokratîk û azad bijî, hebûna hev qebûl bikin, azadiya hev qebûl bikin weke statuya xwe bijîn. Lê dewleta Tirkiyeyê taybet AKP û Erdogan tu caran vê nêzîkbûna Serokatiya me û hereketa me bi  wate nedît û wate nedayê. Tu caran nêzîkî wê nebû. Her tim di serê wan de plana tunekirinê, tasfiyekirine, redkirinê hebû û kîjan wextê derfet çêbûn xwestin her tim şer pêş bixin, xwestin her tim hereketê tune bikin. Lê ev nebû, bi salan vir de, deh salan vir de di destê wan de çi hebû ceribandin, encam li ber çavan e. Yanî bi kurtasî ew şens bi kar neanî, bi berpirsyarî tevnegeriyan û bûn sedema şer. Îro em mêzê dikin dewleta Tirkiyeyê li hemberî mirovahiyê di sedsala 21’emîn de di van rojan de hîn jî Erdogan dubare dubare tîne ziman. Ev çi meseleya kurd e, tu meseleya kurd tune, li Tirkiyeyê meseleya kurd tune. Yanî redkirin û înkarkirinek ewqas dijwar. Em bêjin ku li ser vê zihniyetê hemû komkujî, hemû tunekirin, hemû şer, hemû tasfiye ew ê bê rojevê tu bixwazî nexwazî jî. Ji ber ku zihniyet ev e. Wexta dewleta Tirkiyeyê taybet AKP û Erdogan bi vî şeklî tê ser hereketa me û gelê me, Serokatiya me û hîn jî ew şens û derfetên em ava dikin wan qebûl nake û bi destê xwe dide aliyekî.  Hebûna me, nasnameya me, îradeya me, mafên me qebûl nake. Baş e, wê demê çi rê ji bo me dimîne? Lê ew bi şer tê ser me. Mane şer çi ye? Îradeya me bişkîne, me tune bike, me tasfiye bike. Me nas nakin. Ew ê gelê me çi bike? Gelê kurd jî pir meşrû ye û mafdar e. Eger dewletek mafên min, îradeya min, hebûna min, xweseriya min, qebûl nake. Ez jî hiqûqa wan, ez jî nêzîkatiya wan, ez jî dewleta wan nas nakim û ez ê xweseriya xwe îlan bikim û xwe bi xwe bi rêve bibim. Ev mafekî meşrû ye. 

KUŞTINA LEŞKER Û POLÎSAN NE XEMA WAN E

Eger heta roja îro hereketa me di vê astê de û bi vê girîngiyê xweseriya demokratîk nexist rojevê. Her tim hêvî kir, hewl da, îmkan ava kir û fersend çêkir ku bi şewazekî muzakere û aştiyane ev pirsgirêk were çareserkirin. Lê êdî ew derbas bû. AKP tenê şer, tenê ew zihniyeta faşîzan da pêş xwe. Hereketa me û gelê me jî mecbûr ma û hewl da li ber xwe bide û weke hemû gelê cîhanê û gelê Rojhilata Navîn bi nasnameya xwe û bi mafê xwe bijîn. Ji ber vê ne ku dereng ma, zûtir yan jî ne dema îlankirina xweseriya demokratîk e. Esas derengmayînek heye. Esas dîsa weke berpirsyarî taybet Serokatiya me hewl da xwîn nerije, şer rawestîne, ciwanê tirk û gelê din bê mane neyên kuştin û jiyana xwe winda nekin. Lê Erdogan ev hemû tişt da berçavên xwe. Rojane bi dehan ji polîs û leşkerên wan bê kuştin jî ne xema wan e. Çima? Di mejî û zihniyeta wan de desthilatiya wan heye. Her tişt ji bo desthilatiya Erdogan e ku bibe serokê dewleta Tirkiyeyê. Her tişt xizmeta wê dike, eger ji bo vê hîn jî zêdetir xwîn rijandin, hîn jî zêdetir leşker û polîs bên kuştin, wan jî dide berçavan û eşkere dibêje. Erdogan wan rojan digot me heta niha şehîd dan van rojan jî em ê bidin. Bi aqilê milet dilîze. Baş e, kurê Erdogan û xizmên Erdogan, kurê wezîrên wan kesek di vî şerî de cih digire yan jî jiyana xwe winda dike? Kî ne yên jiyana xwe winda dikin? Ev hemû feqîrên Anatoliyayê û gundiyên Tirkiyeyê ne. Erdogan jî li ser vê dilîze û dixwaze desthilatiya xwe pêk bîne, sedemê vê ev e. Li hemberî vê jî gelê me bi awayekî mafdar li ber xwe dide, ji bo xwe rêve bibe, azadiya xwe û statuya xwe diyar bike, ji xwe bawer dike û xwe rêxistin dike. 

GELÊ KURD LI HER DERÊ Lİ SER PIYAN E

Li hemberî şerê topyekûn ê dewleta tirk û AKP’ê gelê kurd li her derê li ber xwe dide. Hûn vê berxwedana gel a li hemberî terora dewletê çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî ev berxwedana li Botan taybet li Cizîr, Colemêrg, Gever, Farqîn û bi giştî li her derê Kurdistanê berxwedaneke pîroz û rûmet e. Jin, zarok, ciwan, kal û pîrên kurd bi giştî civaka gelê kurd rabûye ser piyan. Wê rojê me welatparezek guhdar dikir. Digot di malbata min de çend şehîd hene. Kurê wî dîsa çend roj berê bi destê polîsên AKP’ê şehîd ket. Digot me her tişt û bedel daye berçavan. Eger me serê xwe û bejna xwe ji dewleta Tirkiyeyê re bitewanda jixwe me ewqas bedel nedida. Me bawer kiriye, heta niha me bedel da, ji vir û şûnde jî em dikarin bidin. Em amade ne, ji bo me tiştê bi rûmet azadiya me, bi nasnameya xwe jiyîn e. Mafdar e û gelê kurd gihîştiye vê astê yanî. Berxwedaneke pîroz e. Çawa? Heta niha çend rojên dawî bi dehan zarok hatin şehîd xistin, zarokê 3 salî, 4 salî, 10 salî. Yanî bêwijdaniyek mezin e, komkujiyek e. Erdogan van hemû tiştan dide berçavan. Zarok hatine kuştin, civak hatiye tunekirin ev hemû daye berçavan weke kesekî faşîzane û hovane heqeten dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne. Gelê me jî li hemû qadan, navçe û bajarên Kurdistanê li ser piyan e. Niha mesele li Cizîrê ev pênc roj in, hatine dorpêçkirin û naxwazin gel dakevin qadan. Lê gel înad dike, taybet li hin taxan li ser piyan e, jin, zilam, zarok, mezin hemû li ser piyan e. Şerekî weke sîng bi sîng tê dayîn. Ceryan qut kirine, kesên nexweş û birîndar derfet tune bibin nexweşxaneyan, lê gelê me ev daye ber çavan. Li ber xwe dide. Derveyî vê jî tu rê tune. Tu sedem jî tune ku gelê kurd ji dewletê bawer bike. Çima ku sedema hemû komkujî û hemû tunekirinan ew zihniyeta Erdogan û dewleta Tirkiyeyê. Gelê me bi zanebûna xwe gihîştiye wê baweriyê û roj ew roj e. Yan ew ê li ber xwe bide û îradeya xwe hîn xurtir bike û bi rastî bi giştî rabe ser piyan. Yek bi yek xwesertiya xwe îlan bike û rêxistin bike, bikaribe biparêze û bi dewleta Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Yan jî rê nîne. Ev roj ji bo vê muhîm e. Ev pêvajoya ku em têde dijîn dîrokî ye. Ji bo vê gelê me hemû rîsk û bedel dane berçavan, bi fedekarî, bi qehremanî li ser piyan e. Ev tekoşîn, ev berxwedan rûmet e, pîroz e. Tenê em bêjin li Serhedê tenê li Botanê nemîne. Li Amed, li Dêrsîm, li çar parçeyên Kurdistanê, taybet li her derê, li hemû qadên bakurê Kurdistanê miletê me rabe ser piyan. Xweseriya Cizîrê û Botanê weke xweseriya xwe qebûl bike. Berxwedana Cizîr û Botanê weke berxwedana xwe qebûl bike. Ew zext, komkujî û operasyonên li ser gel tê kirin, weke pêkanînên li ser xwe hatiye kirin bihesibîne û li ber xwe bide. Hewl bide, dengê xwe, têkoşîna xwe, serhildan û berxwedana bilind bike û pêş bixe. 

ROJ EW ROJ E KU GELÊ ME ÎRADEYA XWE BIKE YEK

Roj ew roj e ku gelê me îradeya xwe bike yek û ji rêveberiya xwe bawer bike. Bêguman di vir de baweriyek heye, derfet hene. Em mafdar in, em meşrû ne û tu kes nikare bêje hûn çima têkoşîna mafê nasnameya xwe didin, azadiyê didin. Kî bêje jî neheq e, yê mafdar em in. Em meşrû ne, ji bo vê ev berxwedan bêguman pir bi rûmet e û pir pîroz e. Gavên pir dîrokî û girîng hatine avêtin. Berxwedaneke pir dijwar tê dayîn. Mirov vê sist neke, bênavber û hîn bilind bike, hîn bi awayekî rêxistinkirî li hemû qad, navçe û bajarê Kurdistanê gelê me rabe ser piyan. Eger wisa be tu îrade û tu hêz nikare li hemberî îrade û têkoşîna gelê me bisekine. Lê wek lokal bimîne ji bo me xeter e. Pêwîst e ev enerjiya pozîtîf, rûmet, ruhê berwedanê hevdû bandor bike û hemû gelê me û kesê me li hemû qad, navçe û bajaran xwe berpirsyar bibîne. Ruh û mejiyê xwe bike yek û berxwedana xwe berdewam bike. Tiştekî bi rûmet e, gelê me bi vê kêfxweş be. Bedelên me hene rast e. Lê em bedel ji bo rûmeta xwe, şerefa xwe, azadiya xwe, statuya xwe nedin em ê ji bo çi bidin. Ma gelê me 40 sal in bedel nade? Ev bedel hatine dayîn ji bo çi bûn? Ji bo azadiya xwe û rûmeta xwe bû. Lê roj jî ev roj e. Lê pêwîst be em hîn jî bedel bidin, bêguman û sedî sed em ê encamê bigirin. Di xeta Serokatiyê de û di ruhê berxwedanê de ev hatiye îspatkirin. Bi vê baweriyê em ê hîn xurtir têkoşîna xwe bilind bikin. 

BERÎ HER TIŞTÎ ÇIMA CAREKE DIN HILBIJARTIN?

Piştî 7’ê Hezîranê li Tirkiye hikûmet nehat avakirin. Tirkiye di nav şer û pevçûnan de diçe hilbijartinê. Li gelek deveran herêmên bi ewle hatine îlankirin, li gelek cihan dem bi dem daketina kolanan tê qedexekirin. Di rewşeke wisa de ew ê hilbijartineke demokratîk çawa pêk bê?

Berî her tiştî çima careke din hilbijartin? Hilbijartineke normal pêk hat, tu pirsgirêkek ciddî tunebû, milet bi îradeya xwe çû dengê xwe da, encam jî derket. Lê çima careke din hilbijartin? Esas ev her tiştî diyar dike. Sedem dîsa desthilatiya Erdogan û AKP’ê ye. Eger biryara hilbijartinê ji bo serkeftina Erdogan û AKP’ê hatiye dayîn, maneya wê çi ye? Ji bo vê çi pêwîst be ew ê bê kirin. Yanî komkujî jî, operasyon jî, neheqî jî yanî her tişt. Jixwe Erdogan bi xwe jî mikur hat. Ev hilbijartin weke 7’ê Hezîranê ew ê nebe. Yanî li her gund, qad û li her derê bi hezaran polîs û esker belkî hîn zêdetir nehêlin milet nefesê bigire û bide û di bin siya çekan de, em bêjin di bin siya tîmên wan û polîsan de milet her derê dengê xwe bide. Jixwe mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Demokrasî tune. Dixwazin weke 12’ê Îlonê darbeya Kenan Evren hema yek bi yek deng di lehê AKP’ê de bidin û bi ser bixin. Hesab ev e, stratejî ev e. Eger nebûya çima biçe hilbijartinê, tu sedem tunebû. Koalîsyon çênebû, hemû derew in û ne rast in. Jixwe piştî 7’ê Hezîranê di 8’ê hezîranê de Erdogan û AKP’ê biryara xwe careke din li ser hilbijartinê girt. Polîtîka ev bû. Ew hevdîtinên koalîsyonê formalîte bûn. Hesab li ser hilbijartineke nû bû. Encam dixwazin AKP bi ser bixe, ji bo vê jî çi pêwîst e dane ber çavan. Jixwe hiqûq xistine bin lingan. Ma ev desthilatiya hikûmeta AKP’ê û serokwezîrtiya Davutoglu meşrû ye? Na, ne meşrû ye. Esas meşrûyet xistiye bin lingan, hiqûq û Destûra Bingehîn xistine bin lingan. Tenê em çawa bikin, bi serê xwe bibin desthilat. Piştî 7’ê Hezîranê îradeya AKP’ê hate şikandin. Di vê rewşê de jî weke dîktatoriyekê qanûn derxistin, biryara şer dan û her tiştî dikin. Baş e, bi şêwazekî bi temamî antî demokratîk û faşîzane careke din eger AKP bi serê xwe bibe desthilatdar, mane û wateya wê ew ê çi be. Eger hikûmetek gayrî meşrû li ser navê hikûmeta hilbijartinê demkurt xwe bi rêxistin kiriye, hemû biryarên şer dide, eger bibe desthilat ew ê çi bike. Her tiştî ew ê bide ber çavan, bi awayekî bê wijdan û bê exlaq bimeşîne.  Gelê me û civaka Tirkiyeyê vê dizanin û dibînin. 

EW Ê HILBIJARTIN PÊK BÊ YAN JÎ PÊK NEYÊ NE DIYAR E

Ez di wê baweriyê de me ew ê tu kes rê nede AKP’ê ku careke din di hilbijartinê de encam bigire. Hewldanên wan ew e ku di bin zextên polîs û artêşê de hilbijartinê pêk bîne. Ew ê pêk bê, pêk neyê ne diyar e ji niha ve. Rojane li Kurdistanê çi tê jiyîn diyar e. Mesele du roj beriya vê çalakiya gerîla li Geliyê Doskî ne çalakiyeke ji rêzê ye. Artêşa tirk xwestiye pêş bikeve, pêşiya wan hatiye girtin û darbeyek pir mezin xwarine û rastiyê ji civakê vedişêrin. Siyaset û psîkolojiya wan serobino bûye. Sibê çi bê jiyîn ne diyar e. Ji îro de her kes hesabê xwe tenê li ser hilbijartinan bike, dibe ku ne rast be. Em nizanin şer e, alozî ye, taybet jî AKP û dewleta Tirkiyeyê dibêje em ê di bin siya çekan de hilbijartinekê pêk bînin, ew jî ne diyar e. Niha rê û rêbazê Kurdistanê li ber çavan e. Gelek riyên di navbera navçe û bajaran de li gorî em dizanin artêş û polîsên Tirkiyeyê nikarin here wir. Kontrol di destê gerîlayan de. Baş e, wisa be ew ê çawa hilbijartinê pêk bînin. Yanî di vir de pirsgirêk hene, heqeten hilbijartin pêk bê an na. Ev ne diyar e. Lê hesabê AKP’ê li ser hilbijartinê ew e ku çawa bibe desthilatdar û ji bo vê hiqûqê didin aliyekî. Bi artêş û polîsan çi ji destê wan were ew ê bikin. Lê berxwedanek me jî heye. Li Kurdistanê berxwedanek heye. gelê kurd xweseriya xwe îlan dike, diparêze û li ser piyan e û di nav serhildanan de ye. Heqeten hilbijartin ew ê pêk bê yan neyê ne diyar e.  

ENCAX PIŞTÎ 26 SAETAN KARÎBÛN ENCAMA ŞER RAGIHÎNIN 

We behsa şerê li Geliyê Doskî kir. Şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk her diçe gur dibe. Di çalakiya Geliyê Doskî de piştî 24 saetan hîn nû Artêşa Tirk xwe gihand cihê çalakiyê û encama şer ji raya giştî re ragihandin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Daxuyaniya HPG’ê bû me guhdar kir. Tabî daxuyaniya HPG’ê rast e û bi awayekî objektîf daxuyaniyek da. Em bawer dikin ev jî yên destpêkê bû. Cuda cuda îro şîrove û daxuyanî û nûçe hene. Lê rast e, dewleta Tirkiyeyê, fermandariya artêşa tirk, serokwezîr û serokomarê Tirkiyeyê 26 saet şûnde daxuyaniyek da. Çima? Dibêjin em li her derê serwer in, baş e çalakiyek pêk hatiye encax piştî 26 saetan hûn dikarin daxuyaniyekê bidin. Tenê ev bi xwe çawa, çiqas îradeya wan hatiye şikandin û li hemberî çalakiyên gerîla çawa bêçare mane vê diyar dike. Ev li ber çavan e. Li ser çapemeniyê me şopandin û rast e jî. Esat Canan gotiye ku “me çû cenazeyên eskeran aniye. Artêşa tirk bi xwe neçûye û ne aniyê.” Esat Canan û miletê me çûne cihê çalakiyê ew cenazeyên eskerên tirkan komî ser hev kirine û anîne. Di bernameyeke dewletê tirkan de yekî AKP’î digot heke Esat Canan propagandaya vî tiştî bike ew ê ne rast be. Esat Canan tiştek got “eger rastiya me yanî çûna me û cenaze anîna me bê înkarkirin dîmen di destê me de ne. Em ê eşkere bikin.” Diyar e ku dîmen di destê wan de hene û nedane çapemeniyê. Dixwazim vê bêjim ev çalakî çalakiyeke muhîm e. Hin çalakî hene dibe sedema tiştên nû. Ev çalakî jî çalakiyeke wisa ye. Mirov mêze dike ji bo zîrveya ewlekariyê serokwezîr, serokomarê wan çend caran kom bûn, fermandarên tirkan çend caran civîn çêkirin. Lê ji wir tiştek derneket. Herî dawî Davutoglu di televizyonê de axîvî nikarîbû tiştek bigota. 

NIKARIN OPERASYONÊN BEJAHÎ BIKIN

Di aliyê ruhî, psîkolojîk, siyasî heta aliyê eskerî de li gorî em dizanin însiyatîf di destê HPG’ê de ye. Ya rast jî ev e. Me xwe rêxistin kiriye û em amade ne. Yê mafdar em in û yê neheq ew in. Yê ku şerê bêexlaq û bêqûral pêk tînin ew in. Ji ber vê normal e gelê me li ser piyan be û hîn serkeftî bin. Li gorî tecrûbeyên bi salan nikarin li hemberî me encamê bigirin. Jixwe piraniya rê di destê gerîla de ne. Di bejahiyê de nikarin operasyonê bikin. Xwestin di geliyê Doskî de hinekî pêşde biçin, gerîla pêşiya wan girt û zivirîn. Herêm di destê gerîla de ne. Tenê bi helîkopter û teyareyên şer bombebaranê dikin û çiyayên Kurdistanê dişewitînin. Acizî û bêçareyek esas e. Nikare encamê bigire. Ji bo vê arteşa tirk felc bûye, weke gêj bûye. Gerîla heqeten bi salan vir de, ez nebêjim cara yekem lê bi awayekî xuliqkar û tam jî weke gerîla şerekî serkeftî dimeşîne û însiyatîf di destê wan de ye. Bi vî şêwazî dewleta Tirkiyeyê ew ê encamê negire ew ê hîn rezîl û ruswa bibin. Çiqas di vê de israr bikin ew dizanin, lê rewş li ber çavan e. 

GERÎLA HÎN TAM PERFORMANSA XWE NEXISTIYE DEWRÊ

Heta niha ji aliyê rêxistina we dihat gotin ku gerîla hîn şer nekiriye. Bi vê çalakiya çalakiya geliyê Doskî em dikarin bêjin gerîla dest bi şer kir?

Yanî dest bi şerkirin çawa? Yên ku şer îlan kiriye AKP ye. Di şevekê de hema ji nişka ve bi dehan teyare herêmên gerîla û Qadên Parastina Medyayê bombebaran kir. Beriya wê jî jixwe operasyonên sivîl hebûn. Li ser hereketa legal hebû, dîsa zarok dihatin kuştin. Lê esas ji bo sedema ev pêvajoya nû êrîşên dewleta Tirkiyeyê û biryara wan a şer bû. Gerîla di xeta parastinê de ma. Ev êrîşên têne kirin berteref bike û karibe xwe biparêze. Li ser vê heta niha dimeşe. Ev jî bike neke, gerîla di nav şerekî de ye. Lê em di wê baweriyê de ne ku performans û potansiyela gerîla hîn xurtir e. Gerîla destpêkê tam giraniya xwe neda, hîn jî zihniyet li ser parastinê ye. Bila hemû cîhan û civaka Tirkiyeyê jî bizanibe. Gerîla dest bi vî şerî nekiriye. PKK’ê dest bi vî şerî nekiriye. Ev şer şerê Erdogan û AKP’ê ye, wan dest pê kiriye. Gelê kurd û gerîla hewl daye xwe biparêze. Lê îro em di nav şerekî de ne. Bêguman ji vir şûnde gerîla hîn xurtir xwe biparêze. De wextê de planên wan xerab bike û di wextê de îradeya wan bişkîne ku nikaribe êrîş bike. Performansa gerîla, qabileyeta gerîla ji vê xurtir û bilindtir e. Sedî sed ez ji vê bawer im. Eger AKP û Erdogan hîn jî di şer de israr dike, bi eynî zihniyetê were ser me, Serokatî û gelê me tabî gerîla jî performansa xwe hîn zêdetir bixe dewreyê û çalakiyê bike. Yanî heta niha gerîla kêmek hewl da hûn dibînin rewşa dewleta Tirkiyeyê, artêşa wan û polîsê wan ket çi halî, li ber çavan e. Esas performansa xwe bixe pratîkê ew ê çawa be bila ew bifikirin. Rast e, ji vir û şûnde gerîla performansa xwe hîn zêdetir bike. Eger êrîş berdewam bikin ew ê hîn baştir û xurtir hîn pir alî bikaribe bibe bersiv.

CARA YEKEM E CIVAKA TIRKIYEYÊ KETIYE NAV LÊPIRSÎNÊ

Di cenazeyên leşkeran de nerazîbûna gel û leşkeran li hemberî Erdogan û AKP’ê hene. Ev nîşaneya çi ye?

Ez nebêjim cara yekem di dîroka şerê Kurdistanê û şerê bêqural û bêexlaq de, lê di vê astê cara yekem civaka Tirkiyeyê li ser vî şerî lêpirsînek di serê wan de çêbû. Çima? Ev muhîm e. Çima zarokên feqîr, bêçare tê kuştin. Çima yên zengîn, hikûmet, kurê paşa û wezîran, serokwezîr û Erdogan ne di şer de ne û nayên kuştin. Çima her tim ew bedel didin yên din rehet in û jiyana xwe berdewam dikin. Ev tiştekî muhîm e tabî. Berê te dît weke klîşe sloganek ku hundirê wê vala hebû “her tişt ji bo Welat, Milet, Sakarya.” Niha ev kêm dibe. Mêze dikin ev derewek e. Li ser vê sloganê gelê Tirkiyeyê, civaka Tirkiyeyê tu berjewendiyan nabîne. Mêzê dikin di aliyê aborî û jiyana wan de tu xweşî pêş nakeve. Mêze dikin aliyê siyasî hîn baştir demokartîk nayê jiyîn. Wê demê çi ye? Dêmek xapandinek e. Hinek kes têne kuştin, hinek kes jî li ser wê kuştinê saltanat û desthilatiya xwe xurtir dikin. Ev noqteyek muhîm e. Cara yekem civaka Tirkiyeyê ketiye nav vê lêpirsînê. Maneya vê çi ye? Esas hesab xwestin e. Hesab dixwazin. AKP û Erdogan cidiyeta wê dizanin zêdetir diçin ser. Te dît yekî ji Erziromê biraziyê wî hatibû kuştin, nerazîbûn nîşan da ew avêtin zindanê. Yarbayek axivî der barê wî de lêpirsîn vekirin. Xwişka eskerekî nerazîbûna xwe eşkere kir, pê re xeyidîn ew dan sekinandin. Ev zihniyeta faşîzan derveyî xwe naxwaze tiştekî bibîne, bibihîze û bijî. Kompleksek wisa û zihneyetek wisa rastiya AKP û Erdogan e. Ji ber vê hîn zêdetir yekpare û faşîzan diçe ser her kesî. Civak vê dibîne tabî, nerazîbûna xwe nîşan dide. Pêwîst e hîn zêdetir ev bikeve rojevê. Mesele bi meş, çalakî û çapemenî heqeten bipirsin û bixin rojeva civakê. Yanî çima kurê wezîran, serokwezîr, paşayan û Erdogan, xizmên wan, nasên wan, di şer de cih nagire. Çima kesê ji Anatoliyayeyê Konya, Kirşehîr, Çorûmê diçin çiyayên Kurdistanê û ne dizanin ku ji bo çi şer dikin. Di bin tirsê de dikevin nava şerekî û jiyana xwe ji dest didin. Vê bipirsin bêjin çima? Weke me anî ziman wexta di vî şerî de esker û polîsên wan tê kuştin ma civaka Tirkiyeyê zengîn dibe, aboriya wan baş dibe, demokrasî xurt dibe, hîn zêde azad dibe na. Berovajî her tişt ji destê wan tê girtin. Heke wisa ye bertekên xwe hîn xurtir bînin ziman û ez bawer im di vê de ew ê bertek hîn pêş bikevin.  

DIVÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ DENGÊ XWE HÎN BILINDTIR BIKE

AKP û Erdogan ji bo hegemonyaya xwe ava bike her tiştî dikin. Li beranberî vê yekê helwestên civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê di asta weke ku tê xwestin de ye?

Bêguman hewldanek heye bertekek heye, lê weke tê xwestin li gorî wê pêwîstiyê nîne. Çima? Niha hegemonyaya AKP û Erdogan tu caran weke 13 salan û vir de di vê astê de berfireh her kes nekiriye hedefa xwe. Li çapemeniyê mêze dike ji bilî çend kesên şirîkê wan hemû çapemeni hedefa Erdogan û AKP’ê ye. Li civakê mêze dike derveyî girseya wan ya gawir e, ne misilman e, ya teror in, ya kafir in, ya nizanim çi ne û bi şeklekî dikin hedef. Li aliyê aborî mêze dikin derveyî çend sermayedar û holdîngên nêzî wan yên din dibin hedef. Yanî hedef fireh kiriye û diçe ser her kesî. Her kes jî li hemberî vê dengê xwe bilind dikin. Di aliyê aborî de li ser wan zext heye, ji sermeyedar bigire esnaf, zenaetkaran bigire hemû bertekên xwe nîşan bidin. Li siyasetê mêze dike dixwaze hemûyan bifetisîne, bertekên xwe nîşan bidin. Li ser huner û çandê mêze dikî, diçe ser wan, bila ew jî bertekên xwe nîşan bidin. Çapemenî mêze dike, derveyî çend kesê bê şexsiyet û bê nasname hemû kes kirine hedef diçe ser wan. Çapemenî lazim e dengê xwe bike  û li ber xwe bide. Giştî gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê di bin zextekê de ye. Ev kirine nava şerekî, her roj xwîna wan tê rijandin, bila dengê xwe bilind bikin. Bi giştî tabî gelê kurd li ser piyan e, bêguman hîn firehtir û kûrtir, bênavber ev berxwedan ew ê berdewam bike. Yanî navber êdî tune. Yan tu yê vê dewam bikî û encamê bigire, yan jî ew ê neyê qebûlkirin. Gelê me û hereketa me di vê zanebûnû de ye. Bi bawerî, bi rêxistinî, bi zanebûn, bi cesaret vê pevajoyê pêş dixe. Pêwîst e hîn berfirehtir, kûrtir û rêxistinkirî be. Bi giştî hemû kurd pêş bikevin. 

HER KES LI DIJÎ HOVÎTÎ Û FAŞÎZMA AKP Û ERDOGAN RABIN SER PIYAN

Em li aliyê Tirkiyeyê mêze dikin hewldan hene û baş in rûmet in. Lê weke tê xwestin nîne. Yanî hîn jî kêm in. Mesele civaka elewî ji kîjan rojê re mane. Çima ranabin ser piyan. Mesele rewşenbîr, demokrat, olên Tirkiyeyê çima ranabin ser piyan, ew ê kîjan rojê rabin ser piyan. Jixwe faşîzm wisa ye. Ma Hîtler jî wisa nebû desthilat. Destpêkê hin derdor girt hemberî xwe, dûre hinekî din girt hemberî xwe, dûre jî hemû kesên derveyî digire hemberî xwe. Niha jî hegemonyaya AKP’ê gihîştiye wê astê weke Hîtlerwarî diçe ser civakê. Ev civak pêwîst e rabe ser piyan. Rewşenbir, siyasetmedar, akademîsyen, saziyên sivîl, rêxistinên demokratîk û sosyalîst, ol her kes ji milê xwe ve. Li hemberî AKP, hovîtî û faşîzma AKP’ê û Erdogan rabe ser piyan. Dengê xwe û îradeya xwe bike yek. Bi rastî cîhanê li wan hinekî teng bike. Mesele li Kurdistanê şer heye, û nikarin encamê bigirin. Lê ji aliyê Tirkiyeyê ve nefes digirin û şer dewam dike. Lê ji milê Tirkiyeyê ev zemîn ji wan re bê hişkirin, nikarin li ser piyan bimînin. Nikarin vê neheqiyê û dîktatoriyê li ser miletê Tirkiye û Kurdistanê pêk bînin û bimeşînin. Hewldan hene weke tê zanîn çalakî û berxwedana Geziyê, ew ruhê Geziyê ruhekî radîkal bû. Ya muhîm jî kesên li dijî faşîzmê û li dijî hegemonyaya AKP’ê û Erdogan hemû çand, ol, nasname, rêxistin dibin yek. Esas îro jî pêwîst e hemû bibin yek. Ne tenê Gezî. Hemû der bibe weke Gezî. Li ser bifirikin ji bo demokratîkbûna Tirkiye û li hemberî faşîzma AKP û Erdogan, dîsa ji bo çareseriya meseleya kurd bernameya demokratîk bi hev re bi rêxistin bikin. Li gorî bernameya demokratîk her kes xwe erkdar bibîne, di têkoşînê de cih bigire. Tam wexta wê ye. Em nabêjin bêdengiyek heye, çalakî û tepkî jî hene, hewldan jî hene, lê pêwîst e hîn xurtir bibe. Ev desthilatdarî, ev êrîşên faşîzan ên Erdogan û AKP çiqas dijwar in, berxwedan û serhildanên civakê jî bi dijwarî û bi wê xurtiyê hîn zêdetir divê pêş bikevin.  

HIKÛMETA HILBIJARTINÊ NE HIKÛMETEKE MEŞRÛ YE

Hikûmeta hilbijartinê hat avakirin. Du wekîlên HDP’ê di hikûmeta hilbijartinê de cih girtine. Li ser vê gelek şîrove çêbûn, hûn vê çawa dinirxînin.

Em jî li ser çapemeniyê dişopînin. Di vê hikûmeta hilbiartinê de li ser çi pêwîstiyê HDP têde cih girt, bi rastî em nizanin. Muheqeq ev şîrove kirine û li gorî xwe biryar dane. Heqeten ev hikûmet ne meşrû ye. Belkî li gorî yasayan hikûmetek wisa ava dibe û çêdibe. Lê çima ku di destpêkê de hesab ev hesab bû, meşrûyeta wê tune. Yek jî zihniyet faşîzan e, nijadperest e û desthilatdar e û derveyî hebûna AKP û Erdogan tiştekî qebûl nake û naxwaze. Li ser vê zihniyetê projeya Erdogan pêk hatiye. Hesab diyar e, wek me anî ziman. Bi hilbijartineke nû AKP bi ser bixe û encamê bigire. Her roj em mêze dikin, duh-pêr çend bînayên HDP’ê taybet li aliyê metrepolên Tirkiyeyê hatine şewitandin. Ew kesên faşîst bi desteka polîsên Tirkiyeyê ala Tirkiyeyê li wê derê bi dar xistine. Her roj zarokên kurd li Cizîrê û herêmên kurdistanê tên şehîdkirin. Gel li ser piyan e, serhildan dike, xweseriya xwe îlan dike. Dewlet û AKP bi hemû Hovîtiya xwe dibe bersiv. Wekîlên HDP hewl didin biçin Cizîrê û herêmê din. Astengî ji wan re derdixin nikarin biçin. Polîsek û amîrekî polîsan yan jî fermanderekî artêşê li hemberî wezîrekî li ber xwe bide. Wezîr e, lê polîs ew guhdar nake. Wezîr dixwaze ji Walî re telefonê bike. Mêrik dernakeve telefonê jî. Dixwaze biçe herêmekê û halê gel di cih de bibîne. Çi neheqî tê jiyîn, astengî derdixe nahêle biçe. Baş e, li wê derê wezir çi dike, çi wateya wê heye, yan jî çi pêwîstî hebû em nizanin. Ev biryara HDP’ê ye. Lê wekî kesekî ez vê biryarê tam di cih de nabînim. Yê ku xwestiye pêşiya HDP’ê bigire AKP ye. Yê ku gayrî meşrû hiqûq û yasa daye bin lingan, bi şêwazekî ew polîtîkaya hilbijartina nû da qebûlkirin AKP ye. Yê ku ev hilbijartin weke mecbûr rêxistin kiriye AKP ye. Yê ku rojane tiliyên xwe dihejîne, neheqî û heqaret, hegemonîk û di astê jor de kompleksa dagirkerî û faşîzan bi kar tîne AKP ye. Yê ku bînayên wan tê şewîtandin, rê ji wan re tê girtin û astengî tê derxistin HDP ye. Em nizanin çima û li ser kîjan pêwîsityê tê de cih girtine. Yanî bêwate ye û nikarin rolekî bilîzin. Bêdeng dimînin, jixwe nikarin tiştekî bikin. Nebûya belkî hîn baştir bûya. Me zêde tu mane nedayê. 

ÇARESERÎ BI DESTÊ SEROKATÎ Û HEREKETA ME YE

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye meha 6’an hevdîtina bi malbat û heyetê re hatiye astenkirin. Di çapemeniyê de tê gotin ku dewlet bi birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Tu agahiyên we ji birêz Ocalan hene?

Na, tu agahiyên me ji Serokatiya me tune. Ne parêzer, ne heyet, ne malbat ne kesek diçin. Dewlet diçe naçe em nizanin. Tu sedem tune ku em ji dewletê jî bawer bikin. Eger dewlet hevdîtinê li malbat, parêzer, heyetê qedexe dike û hemû cîhan li ser Serokatiya me re girtiye, ew bi xwe çûye dîtiye, ew jî ne li ser xêrê ye. Hesabekî wan heye diçe. Em texmîn dikin, dixwazin li ser Serokatiya me zextan bikin, zextên psîkolojîk bikin, ev li ber çavan e û diyar e. Hemû çûn hatiye qedexekirin, ji bo vê em nizanin rewşa Serokatiya me çi ye û çi dijî. Heta tenduristiya wî çawa ye, em nizanin. Jixwe ew berteka meşrû û mafdar ji aliyê me û gelê me ve derdikeve jî ji bo vê ye. Çima? Mirovekî weke serokê vî gelî û vê hereketê, yê ku her tim xwestiye ev mesele bi aştiyane çareser bibe. Li gorî berpirsyariya xwe pir fedekarî kiriye û hewl daye, lê dewleta Tirkiyeyê ewqas bê rêz û heta bi bêhiqûqiya xwe diçe ser Serokatiya me. Ne wijdan, ne exlaq, ne jî hereket û gelê me qebûl dike. Tene ev rewşa serokatiya me tê de sedema hemû serhildan, şerê gel ê şoreşgerî ye, yanî riya têkoşînê bi her awayî ji me re hatiye vekirin. Em mafdar û meşrû ne. Eger li ser Serokatiya me ev zext bi vî şeklî dewam bike, eger li hemberî Serokatiya me rêz diyar nekin. Eger ev mesele li hemû cîhanê çawa hatiye çareserkirin bi vê zihniyetê, bi vê şêwaze nebe muxatabê Serokatiya me. Ev tenê sedema şer e jî, îsyanê ye jî em ê her tim li ser piyan bin. Bila dewleta Tirkiyeyê û AKP’ê vê baş bizanibe. Em nizanin rewşa Serokatiya me çi ye? Mafê me ye ku em bizanibin Serokatiya me çi dijî. Mafê malbata Serokatiya me ye ku bizanibe rewşa Serokatiya me çi ye. Mafê parêzeran e ku bizanibin çi ye. Em heyetê didin aliyekî. Esas heyet jî pêwîst e civaka Tirkiyeyê hîn baştir agahdar bike. Ev çi bû, ev mesele çawa hat jiyîn, Serokatî çiqas hewl da û çi fedekarî kir, dewleta Tirkiyeyê rojane çawa bêrêziyê diyar dike û bi şer tê ser civakê û ser Serokatiya me. Dikare hîn baştir bi civakê bide fêmkirin. Ev tenê sedema pir tiştan e. Divê ev bê zanîn. Serokatiya me gotibû heyeta muzakereyê bê rêxistinkirin, sekreterya bê rêxistinkirin. Dewleta Tirkiyeyê xwe ji jor de dît, qebûl nekir, dîsa xwe ji jor de dît, lê em dibêjin hîç bila xwe virde û wirde nedin. Eger meseleya kurd heye, jixwe heye. Eger bê çareserkirin û ew ê bibe. Bi destê Serokatî û hereketa me ew ê bibe. Hîç xwe virde û wirde nedin sedsal jî here, sed roj jî biçe ew ê bên vê noqteyê. Ji bo vê em qebûl nakin, nizanim ne yekser, rewşa Tirkiyeyê cuda ye. Hîç xem nake, cuda muda em nizanin. Li hemû dinyayê rê û rêbazên wê çawa ye ew ê li Tirkiyeyê jî wisa be. Yan ew ê ciddî rêz diyar bikin, rasterast heyetên muzakereyê hebe, rasterast sekreterya bê rêxistinkirin, derfet û îmkanên Serokatiya me hebe bikaribe muzakere bike, weke du alî, rêveberiya me bikaribe Serokatiya me bibîne, li gorî vê biryar were girtin. Ji vir û şûnde Serokatiya me tenê li wê derê, bê rêxistin û hereketa me biryar nedaye û nekiriye jî. Heta niha her tim ji hereketa me pirsiye. Em jî derveyî hevditîna bi Serokatiya xwe em biryar nadin. Heta niha me tawîz da, me berpirsyariya xwe bila bi şêwazekî aştiyane pêş bikeve, em nebin sedema şer, yanî çi ji destê me hat me pêkanî. Heta pir dostên me weke kesên navneteweyî pir caran ji me re gotin. Li dinyayê tiştekî wisa tune ye, yek hereket bi awayekî yekalî ewqas gav bê bersiv biavêje. Belkî hinek kesan xwestin me tahrîk bikin, hinek kesan bi rastî bi dostanî ji me re gotin. Lê me li hemberî civaka Tirkiyeyê û gelê xwe, li hemberî dîrokê me bi berpirsyarî hereket kir. Lê ew qediya. Dewleta Tirkiyeyê û AKP ew şens û derfetên me daye weke mirovîn û berpirsyarî bi kar neanî. Ji vir û şûnde bi kêfa xwe ne. Jixwe wan riya xwe diyar kiriye, em jî di riya xwe de ne. Êdî ev têkoşîn ew ê bê dayîn. Wek me anî ziman, dewleta Tirkiyeyê rastiye qebûl bike, rêz diyar bike, li gorî wê ew ê ji vir şûnde bibe. Derveyî wê nabe. 

YÊ KU WINDA BIKE ZIHNIYETA AKP Û ERDOGAN E

Li Kurdistan û Tirkiyeyê rewşeke aloz heye. Pêşerojeke çawa tê xuyakirin?

Duh di televizyonê de yekî wisa digot, li gorî beriya salekê rewşa Tirkiyeyê çawa ye. Di aliyê aborî de baş e yan nebaş e. Digot nebaş e, alozî heye. Digot di aliyê siyasî de alozî ye, di aliyê jiyanî de alozî heye. Yanî Tirkiye ketiye aloziyeke bêguman. A muhîm zihniyeta faşîzan a AKP’ê û taybet di dijminantî û kesayeta wî de cih girtiye Erdogan e. Dijminantiya weke gelê kurd û li dijî demokrasiyê. Sedem ev e. Tirkiye ket pêvajoyeke nû. Pêvajo mirov nav lê bike tabî şerekî dijwar e. Li aliyê Tirkiyeyê şerekî bêexlaq û bêqûral li ser hereketa me tê meşandin. Hemû çiyayên Kurdistanê bi şev û roj tê bombekirin. Gund dîsa tê valakirin û xerabkirin. Li bajaran dema gelê me li ber xwe dide tê zanin çi dibe. Ma çi ferqa Farqîn û Cizîrê ji Hama û Humis maye. Bi topan, bi tangan dikeve nav bajar û navçeyan. Xaniyan xerab dikin û agir pê dixin ku tenê îradeya gelê kurd bişkîne. Yanî şerekî wisa ye. Esas me nav lê nekiriye. Niha li Kurdistanê mêze bikin dibêjin çend herêm herêmên bi ewle ne. Bi giştî Kurdistan weke herêma bi ewle hatiye îlankirin. Di ser de jî li hemû navçeyên Kurdistanê tang û top hene. Ji derveyî bajêr hawan û topan diavêjin, tang dikevin nava bajêr. Şerekî wisa tê meşandin. Lê dewleta Tirkiyeyê heke bawer dike û hêvî dike gelê kurd ji wan re serê xwe bitewîne yan jî ew ê îradeya hereketa me bişîkînin. Ev xewn û xeyal e, ji çil salî vir de taybet 35 salên dawî çi ji destê dewleta Tirkiyeyê hat kir. Hem jî NATO li pişta wan bû, dinya jî li pişta wan bû. Lê nikarîbûn. Berovajî wê îradeya gelê me hîn xurtir bû, hîn xwe bi rêxistin kir, hîn jî zana bû û li ser wî esasî îro li ber xwe dide. Yan ew zihniyeta dagirker, faşîzan, komkujî dewleta Tirkiyeyê dewam bike. Li hemberî vê gelê me û hereketa me hîn xurtir li ber xwe bide. Heta ku derê biçe, ew ê çawa biçe ne diyar e. Tiştê diyar û eşkere çi ye? Em mafdar in, em ê bi ser bikevin û rojane em vê dibînin. Yê ku winda bike zihniyeta AKP, dagirkeriya Tirkiye û zihniyeta Erdogan e. Eger ji vê zihniyetê bizivirin weke min anî ziman. Ji Serokatiya me re rêz diyar bikin, muzakereyê bikin, rêveberiya me bi Serokatiya me re hevdîtinê çêbike, em bêjin agirbestek weke tahkîm çêbibe, mafê gelê kurd nas bike bêguman ev şer jî ew ê bê sekinandin. Tiştê ku em dixwazin ne ew tiştên ku xeyalî û ne ku mirov jê bitirsin. Xweserî mafê gelê kurd e. Her kes bila li çar aliyên xwe mêze bikin li Rojhilata Navîn, li cîhanê mêze bikin bila yek kes bêje filan civak filan gel 4 milyon an jî 40 milyon bê nasname û bê statu ne. Tu kes nikarin mînakek wisa bide. Nikarin ji bo gelê kurd vê bi me bidin qebûlkirin. Hereketek 40 sal di nav têkoşînê de ye, ew qas bedel daye, mimkûn e ku gelê kurd bênasname û bê statu bimîne. Têkoşîna wê ew ê bê dayîn. Ma dewleta Tirkiyeyê vê nizane û nabîne. Ev rastiyek e. Mimkûn e gelê kurd ji vir şûnde gav bavêje, nasnameya xwe nede qebûlkirin, statuya xwe nede qebûlkirin yan jî bi rêxistin neke û ava neke. Li kêleka me Başûr her çiqas rexneyên me li ser wan hebe jî weke aliyê demokratîkbûnê û siyasetê demokratîk, riya civakê venake, riya siyasetê venake. Cuda cuda rexneyên me li ser hene lê statuyek başûrê Kurdistanê heye. Li kêleka din em mêze dikin li Rojava bi qehrementiyek mezin bi ruhekî fedaî û bi siyasetek zana gelê me li ber xwe da û statuya xwe îlan kiriye. Xweseriya demokratîk û li kêleka dewleta Tirkiyeyê ye. Baş e, ji vir şûnde ma mimkûn e 20 milyon kurd li bakurê Kurdistanê dijîn û bêstatu bijîn û bê nasname bin û di ser de Serokatiya me di zindanê de be. Yanî di vê konjekturê de di vê pêvajoyê de rexmî hemû encamgirtinên gelê kurd, rêveberî û rêxistina me dewleta Tirkiyeyê çawa difikire ku vê bi me û gelê me bide qebûlkirin. Mirov şaş dimîne. Heta ew vê zihniyetê bişopînin û israr bikin, gelê me jî ew ê li ber xwe bide û israr bikin. Di dawî de weke min anî ziman em ê bi ser bikevin, em mafdar in. Ji bo vê mirov nikare bêje heta ku derê biçe. Lê em hewl didin, bêguman hez dikin dewleta Tirkiyeyê nebe sedema ewqas kuştin û xwînê. Em jî bi esker û polîsên Tirkiyeyê diêşin. Em ne hezkirinê kuştinê ne ku filan bê kuştin. Lê cîhan jî, mirovahî jî, gelê Tirkiyeyê jî me fêm bike. Empatî bike û xwe bixê şûna gelê kurd. Ewqas bedel daye, 40 sal li ber xwe dide. Nasname û kesayet û azadiya gelê kurd nayê qebûlkirin. Dema gelê kurd li ber xwe dide bi hovîtî diçin ser. Bêguman ew ê gelê kurd li ber xwe bide. Ew kesên tên kuştin ji vê diqewime. Sedema vê bêguman ew zihniyeta dagirker e, zihniyeta mafê gelê kurd qebûl nake. Îro zêdetir Erdogan û AKP ye.

KOÇBERÎ JI ŞER HÎN DIJWARTIR Û XETERTIR E

Wêneyê zarokê bi navê Alan Kurdî di raya giştî ya cîhanê de bi awayekî berfireh cih girt. Hûn ji bo vê koça ji Rojavayê Kurdistanê ber bi metrepolên Tirkiyeyê û Ewropayê hûn çawa dinirxînin?

Koçberî ji berê de taybet siyaseta dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê. Her tim li ser Kurdistanê ev siyaseta koçberiyê daye meşandin. Taybet Bakur li ber çavan e. Îro bi milyonan kes gundê wan hatiye xerabkirin, mala wan bi serê wan hatin xerabkirin, hatin qetilkirin. Bi milyonan kes bi zorê ji Kurdistanê derxistin. Ev siyasetek zana ye, çima Kurdistan bê valakirin bê însan bimîne. Kesên ku ji Kurdistanê derkevin weke gihayê ji ser rîçikên xwe qut bibe, ji kokên xwe qut dibe. Ba ji ku bê di wî alî de berê wî dide wî alî. Koçberî belkî weke şer neyê dîtin. Lê siyasetek wisa ye ku ji şer hîn dijwartir e û hîn bêexlaqtir e û hîn jî xetertir e. Ev siyaseta koçberî li ser Kurdistanê tê meşandin. Îro li ser Rojava zêdetir tê meşandin. Tiliyê hin kesan di vê polîtîka, taktîk û stratejiya de heye. Taybet tiliya AKP heye, tiliya KDP’ê heye. yanî dixwazin milet Kurdistanê vala bikin. Deriyan ji wan re vedikin. Xwe rêxistin dikin ku yek bi yek kesan ji wê derê bikişînin derveyî welat. Çima? Dizanin ku yê ji axa xwe, ji civaka xwe qut bû ji kesayeta xwe qut dibe. Çiqas xwe biparêze guman e yanî. Ji kokê xwe qut dibe, ji dîroka xwe qut dibe, ji wan re şîrîn dike ku Ewropa wisa ye, metrepolên Tirkiyeyê wisa ye. Lê em dizanin ku ne Tirkiye ne jî Ewropa wisa ye weke ku tê gotin. Hemû feqîr in, belengaz in, ziman nizanin, bê rêxistin in. Li wan deran perîşan dibin. Her çi be jî bi axa xwe, bi welatê xwe, bi civaka xwe, bi rûmet e. Ya muhîm ev e. Mesele welat terk kirin, ew zarokê Alan di behra Tirkiyeyê de bedena wî çawa li kêleka avê xistin. Esas ev rûreşiyeke dagirkeriyê ya Tirkiye û hemû dagirkeriya cîhanê ye. Sedem siyaseta wan a dagirker, dijminantiya wan gelê kurd e. Eger Erdogan û AKP ewqas li hemberî Rojava dijminantî nekira, eger di wextê de negotina Kobanê ket û ew ê bikeve, eger îro hîn jî di navbera Kobanê, Efrîn, Cerablûs û Azazê de hesabê wan nebûna, ew ê ewqas koçberî nebûya. Dixwazin milet birçî bihêlin. Dixwazin alozî bê jiyîn. Milet pêşiya xwe nebîne û bireve. Yê ku vê rêxistin û teşwîk dike dewleta Tirkiyeyê û AKP ye. Gelê me hişyar be, gelê me rûmeta xwe li ser axa xwe bibîne û di civaka xwe de bibîne. Derveyî welat bila her kes bizane ku tu zengîntî û ewlekarî û weke mirovîn jiyan bikek, tu derfet tune. Tu mecbûr e ji hin kesan re stûyê xwe xwar bike. Gerek tu ji şexsiyeta xwe derkeve. Rojane di behrê de jiyana xwe winda dike û herî dawî weke Alan. Gelê me vê bibîne. Genimê Rojava têra her kesî dike. Nan heye, av heye, xanî hene. Em gelê kurd in, em çima axa xwe terk bikin. Ma çi tune, em çima biçin. Lê hinek kes vê teşwîk dikin siyasetek dubare heye. Ji şer hîn dijwartir e, hîn bêexlaqtir e û hîn xetertir e. Gelê me vê bizane hem li Bakur hem li Rojava axa xwe terk nekin, zengîniya heyî, derfetên heyî têra me dike em bi rûmet bijîn. Em ne stûxwar bin li hemberî xelkê û xizmeta siyaseta dagirker û dijminantiya kurdan neke. Ev noqte û pîvanek rûmetê ye. Yanî şeref û namûs di vir de diyar dibe. Tu kes vê nede aliyekî û berê xwe nede cihekî. Dixwazim vê bêjim dagirkerî di vê noqteyê de xwedî tecrûbe ne. Li Bakur jî dixwazin vê bikin û pêş bixin. Mêze dikin hinek kes di şer de xwe westa dîtine, hinek kes halê wan di cih de ye naxwazin xwe biêşînin. Binve binve dixwazin vê jî rêxistin bikin. Eynî tişt ji bo Bakur jî rastiyek e. Gelê me gund, navçe, bajarê xwe terk neke. Neçe metrepolan. Ma bi salan çûn çi bû? Em li ser axa xwe bin, derfet û îmkan hene em xwe rêxistin bikin, me xweserî îlan kiirye em bikaribin biparêzin, gerîla li pişta we ye berî her tiştî. Gerîlayên weke gerîlayên Kurdistanê û HPG’ê li pişta we ye, gelê me ji çi bitirse. Rojane dikare heyf û tola wan bigire. Derfet û îmkanên me hene ji aliyê siyasî, rêxîstinî, civakî û bi her awayî em rûmeta xwe li ser axa xwe bijîn. Gelê kurd muheqeq di vê zanebûnê de bin û axa xwe terk nekin.